Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birûska serxweşiya Azeriyên Nexedê bo koça dawî ya Muhendin Xeyatî

19:48 - 23 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Hejmarek ji Azeriyên akinciyên bajarê Nexedê bi boneya wefata şehîd Muhendis Riza Xeyatî, pêşmerê kevnarê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serxwşî ji gel Kurd û Azariyan kirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanemdia، berwara 21’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, hejmerekî berçav ji hevnîştimaniyên Azerî akinciyên bajarê Nexedê a ser bi parêzgeha Urmiyê, bi boneya koça dawî ya Muhendis Riza Xeyatî, di namayekê de hevxemî û hederdiya xwe tevî gelê Kurd û Azerî û bi taybet Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û bi taybat malbata Muhendis Riza Xeyatî, derbirîn.
Roja Şemî 16’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, hevalê tekoşer, xebatkarê mandînenas Muhendis Riza Xeyatî kadrê ji mêjîn ê PDKÎ di temenê 80 saliyê de canê xwe ji dest da. Roja Yekşemî berwara 17’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, termê şehîd Muhendis Riza Xeyatî kadrê kevnar ê PDKÎ ku bi bûyera dilêş ya tirombêlê koça dawiyê kir, li cimata şehîdan a PDKÎ de bi axa pîroz ya nîştiman hate sipartin.