Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birûskê canê hemwelatiyekî Bokanê girt

20:41 - 28 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyekî Kurd xelkê gundê “Wiştepe” a ser bi Bokanê bi lêdana birûskê canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, “Ebûbekir Ehmediyan” xelkê gundê “Wiûtepe” seba birûskê wefatkir.

Ew wilatiyê Kurd di dema mefahwergirtin bi Munayîla xwe ev bûyere qewimiye û bi lêdana birûskê pişkek ji cestê wî şevitiye.

Li aliyek din ve roja duşemî 13’ê Gulanê keçek teman 15 salî û xelkê gûndê “silsile”a ser bi bajarê Dêgolanê bi birûskê canê xwe ji dest da.

Ev keçe temen 15 Sali ye û bi merema çerandina pez çû bû ser bilindahiyên gundê “silsile” û li encam de tûşî bûyera han bû û di cih de canê xwe ji dest da.