Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biryara dadgeha Mîkonûsê di mediyayên “Alman û Otrîş”ê de hate behskirin

12:45 - 11 Nîsan 2022

Bi hilkefta 25 saleya dana hikmê dadgeha Mîkonûsê, pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welata Alamanê, şiya dana hikmê dadgeha "Berlîn"ê û nasandina karbidestên payebilind ên rejîma Îranê û li serweyê hemûyan Elî Xamineyî wek yek ji fermanderên terora rêberên Kurd li Ewropayê bikin bi rojeva beşek ji mediyayên Almanî ziman.

Di vê derheqê de roja Yekşemî 10`ê Nîsana 2022`an, beşek ji mediyayên Almanyê cardin behsa terora rêberên Kurd ji aliyê karbidestên rejîma Îranê ve û îşarekirin bi terorîzma navdewletî ya Îranê li derveyê sînoran kirine.

 Di vê pêwendiyê de, tora mediyayî ya "Dowîçlend Funk" ku dezgehek fermî ya hikûmeta Alamnê ye, di raporekê de ku ji aliyê rojnamenivîsê bi nav û bangê Almanî yê bi navê "Andiriyas Bawm" hatiye amadekirin, behsa salvegera derçûna hikmê dadgeha Berlînê ya 10`ê Nîsana sala 1997`an ya naskirî bi dadgeha Mîkonûsê kiriye.

Di vê raporê de tevî îşarekirin bi kuştina dijberên Komara Îslamî ya Îranê li derveyê sînoran ji aliyê dezgehên ewlehî ên Îranê ve, "Andiriyas Bawm" behsa vê yekê dike ku ji ber berjiwendiyên aborî û bazirganî digel Îranê, kêmtirîn welat amade bûn ku dijî bikerên wan kiryarane helwestê bigirin.

Herwisa 25 saleya dana hikmê dadgeha Mîkonûsê û nasandina rejîma Îranê wek dewletek terorîstî li du rûpelên rapora dûrûdirêj a Navenda Lêkolîna Rojhilata Navîn a "Mîna-Waç" bûye bi rojev û bi hûrî behs li ser hatiye kirin.

Navenda Lêkolîna "Mîna Waç" ku "Tînk-Tank"ek serbixwe li ser Rojhilata Navîn e û navenda wê li Vîyena Otrîşê ye, li raporek taybet bixwe de ku ji aliyê Prof. "Floryan Maril", mamosteyê berê yê Zanistên Siyasî yên Zanîngeha Vîyenê amade kiribû û bi hûrî behsa aliyên hikma dadgeha Mîkonûsê kiriye

"Markil" tevî îşarekirin bi çawahiya terorkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî li welatê Almaniyayê, carek din behsa terora Sekreterê Giştî yê wê demê yê Hizba Demokrat, Dr. "Ebdullrehman Qasimlo" û berpirsê pêwendiyên wê demê yê Hizbê, "Ebdullah Qadirî Azer", ji aliyê dîplomat terorên rejîma Komara Îslamî ya Îranê û bêhelwêstiya karbidestên welatê Otrîşê wek sedemekê dibîne ku bûye sedema vê ku Îran bikare carek din Cihgirê Dr. Qasimlo wate Dr. Şerefkendî wê carê li welatê Almaniyayê teror bike.