Rêbereên Girûpa G7 bi belavkrina daxuyaniyekê bi fermî tekezî li ser azadbûna tengava Homoz û nedana bacê li vê tengavê de bi rêjîma Îranê û nehiştina gefa mûşekî û dironiya paşmaweyên rêjîma Îranê û herwisa çekkirina Hizbullaha Lubnanê kirin.
Herwisa G7ê piştevanî li dana alxahînî bi kompaniyên veguhastina deryayî û ceribandina rastiya paqijkirina mînên deryayî kirin.
Girûpa G7 tekez kir ku danûstandina bê ya li navbera Amerîka û rêjîmê, dibe gefên rêjîma Îranê li deverê ji nav bibe û garantiya vê yekê bide ku bi ti awayekê, rêjîma Îranê nekare çeka navkî bi dest xwe ve bîne û herwisa ewlehiya deverê garantî bike.
Wisa xuya dike ku bûna Tiramp li vê civînê de û axiftin û şiroveyên wî li ser mijara şerê digel Îranê, kariye bandore li ser rêberên 7 welatên bihêz yên abûriya cîhan dabinê û wan bigehîne qinaetê ku gefên rêjîma Îranê çiqas bo ser ewlehiya herêmê û cîhanê metirsîdarin, lewra endamê G7ê jî bûne xwedî helwest ji bona kêmkirina wan gefên Îranê.