N. Şemal Terxîbî
27ê Cozerdanê, tenê bîranîna rojeke dîrokî bo damezirandina medyayekê nîn e, belku bîranîna destpêka peyamekê ye ku di navbera salên dûr û dirêj de bûye hevparê jiyana gelê me li Rojhilatê Kurdistanê. Ew peyam bi navê «Radyo Dengê Kurdistana Îranê» bû, radyoyek ku di serdemekê de dest bi karê xwe kir ku tê de dengê kurd di gelek waran de hatibû sînordarkirin û hewcehî bi medyayeke xwe hebû daku xelk bikaribin ziman, hest, hêvî û xebata xwe di rêyeke giştî re bigihînin.
Dibe ku îro, di serdema medyaya civakî û weşana zindî de, ji bo nifşê nû zehmet be ku fêm bike radyo di çi astekê de bandordar bûye, lê ji bo hezaran malbatên kurd, bi taybetî li gund û deverên dûrdest, radyo tenê amûreke nûçeyan nebû, belku hevalê şevan, mêvanê malan û pencereyek bû ber bi cîhaneke berfirehtir û zanîna rastiyan.
Dengê Kurdistana Îranê di demekê de hat damezirandin ku civaka Kurdistanê rûbirûyî rewşeke nû ya siyasî bibû û vê rewşa nû jî hewcedarî bi dengekî hebû. Hewcedarî bi wê hebû ku nûçeyên xwe bi zimanê xwe bibîse, kêşe û xemên xwe bibîne û hest bike ku li pişt her malekê û her gundekî, kesên din hene ku mîna wî bîr dikin, mîna wî dijîn û li ser maf û daxwazên wî dengê xwe bilind dikin.
Giringiya wê radyoyê tenê di weşandina nûçeyan de nebû. Di rastiyê de,rola wê ya serekî di avakirina peywendiyeke rûhî û fikrî de bû di navbera beşên cuda yên civaka kurd de. Bernameyên ziman û vêje, stran û huner, çîrok û helbest, nûçe û raporên cûrbecûr, bernameyên taybet bi qatên civakê mîna jin û ciwanan, bîranîna xebat û berxwedaniya şehîdan, hemû pişkdar bûn di parastina nasnameya kurdî û bihêzkirina hesta hevparbûn û hevçarenûsiyê.
Gelek kes hene ku îro temenê wan ji nîvî derbas bûye û ew serdema zêrîn bi çavên xwe dîtine û di bîra wan de ye ka çawa tevî malbat û hevbîrên xwe li dora radyoyê diciviyan, li benda dema weşanê diman û bi dil û can guh didan bernameyan. Ji bo gelek ji wan kesan, Dengê Kurdistanê bû beşek ji bîranînên zaroktî û xortaniya wan, beşek ji jiyana wan a rojane.
Heke behsa dîroka wê radyoyê bê kirin, nabê ew mirov bên ji bîr kirin ên ku li pişt mîkrofofon û studyo û cihên weşanê kar dikirin. Ewên ku di bin şert û mercên giran de, bi kêmtirîn îmkanan, hewl didan ku dengê peyamê neyê birîn. Nivîskar, spîker, teknîsyen, wergêr, hunermend û hemû ewên ku bi awayekî pişkdar bûn di afirandina wî dengî de, di rastiyê de beşek in ji dîroka hevçerx a medyaya kurdî, kesên mîna nemir Taha Etîqî û Muhendîs Xeyatî ku hemû temenê xwe bo dengê Kurdistanê danîn.
Yek ji aliyên herî giring û bandordar ên dîroka Radyo Dengê Kurdistanê, ew xebata dijwar bû ku bo parastina wî dengî hat kirin. Vê radyoyê di rewşeke asayî û aram de kar nedikir. Di nava şer û alozîyên siyasî û leşkerî de jiya. Pir caran studyo û amûrên wê ji cihekî bo cihekî din dihatin veguhastin, û ew veguhastin jî tenê bi Maşîn û rêyên asayî nedibû.
Di navbera salên dûr û dirêj de, amûr û destgehên radyoyê li ser milên pêşmergeyên Kurdistanê dihatin hilgirtin. Dol bi dol, çiya bi çiya û di rêyên dijwar re dihatin veguhastin daku dengê radyoyê neyê birîn. Di demekê de ku erkê pêşmergeyan parastina xwe û hevalên xwe bû, di heman demê de bargiraniya erkê parastina dengekî neteweyî jî li ser milê wan bû.
Ew tiştê ku vê dîrokê bêtir bi qîmet dike ew e ku tevî hemû wan veguhastin û metirsiyan, radyo bo demekê jî ji weşana xwe nesekinî. Her dema ku cihek metirsîdar dibû, cihekî din dihat amadekirin. Her dema ku gefek heba, hewleke nû bo berdewamiya weşanê dihat danîn. Armanc tenê yek tişt bû; ew jî ku dengê Kurdistanê bigihe guhê guhdarên wê.
Komara Îslamî di dirêjahiya wan salan de hewleke mezin da bo bêdengkirina wî dengî. Derdora binkeyên weşana radyoyê dihatin topbaran û katyoşabaran kirin. Hewl hat dan ku bi hêza leşkerî û fişara ewlehiyê ew deng were temirandin, lê ew tiştê ku li hember hêza çekan sekinî, tenê amûrê radyoyê nebû, belku îradeya wan mirovane bû ku baweriya wan bi giringiya peyam û ragihandinê hebû.
Ji ber vê yekê, dîroka Radyo Dengê Kurdistana Îranê tenê dîroka saziyeke medyayî nîn e, belku dîroka berxwedanê ye, dîroka berdewamiyê ye û dîroka bawermendbûnê ye bi we ku deng û peyv, carna mîna çek û cebexaneyê giring û bandordar in. Heke îro bîranîna wê radyoyê tê kirin, beşeke mezin a rêjgirtin ji wan pêşmergeyan e ku di bin befr û baranê de û di navbera dol û çiyayan de mercên mana wî dengî dabîn kirin û nehiştin bêdeng bibe, û bêtirî wê jî bo wan kesên jêhatî ye ku biryara damezirandina wê dan û birêve birin, kesayetiyên mîna şehîdan Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî.
Îro dema ku navê Radyo Dengê Kurdistanê tê ziman, pêwîst e bi rêz û sipasdarî ve bîranîna wan bikin. Çunku ew tiştê ku wan kir tenê pîşeyeke medyayî nebû. Pir caran karkirin bo medyayeke kurdî tê wateya berpirsiyariyeke mezin a civakî. Wan bawerî bi we hebû ku peyv û deng dikarin bandorê li ser jiyana xelkê bikin û dikarin hêviyekê biparêzin.
Bandora Radyo Dengê Kurdistanê di warên çandî de jî pir diyar bû. Di serdemekê de ku derfeta weşandina berhemên kurdî pir sînordar bû, ev radyo bû şanoyeke berfireh bo stran, helbest û vêjeya kurdî. Gelek dengên hunerî û gelek berhemên edebî di rêya vê radyoyê re gihîştin malên xelkê. Herwisa roleke giring hebû di parastin û belavkirina zimanê kurdî û handana bo xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê.
Em di dîroka gelan de çiqas bigerin, em dibînin ku medya tenê amûrên veguhastina nûçeyan nînin. Ew beşek in ji bîranîna civakî. Beşek in ji wî sîstemê ku alîkariya civakan dike da ku xwe binasin û dîroka xwe biparêzin. Ji wî alî ve, Radyo Dengê Kurdistana Îranê bêtir ji saziyeke weşandina nûçeyan bû, beşek bû ji bîreweriya hevpar a nifşan.
Herçend îro ew radyo mîna berê tune ye, lê bandorên wê winda nebûne. Hinek sazî dibe ku bên girtin, lê şopa wan di hiş û zêhna xelkê de dimîne. Hinek deng dibe ku bêdeng bibin, lê ew tiştê ku di dil û bîranîna mirovan de çandine, berdewam dibe.
Ev roj derfetek e bo we ku em bîr li wateya damezirandina wê radyoyê bikin. Damezirandinek ku di bingeh de bersivdanek bû bo hewcedariyeke rastîn a civakê û şoreşê. Ew hewcedarî îro jî bi awayekî din her maye. Civakek ku dixwaze ziman, çand û dîroka xwe biparêze, her dem hewcedarî bi medyayeke bihêz û berpirsiyar heye. Medyayek ku bikaribe bibe dengê xelkê, nûçeyan bi rastgoyî veguhêze û bihayên çandî biparêze.
Ji ber vê yekê, bîranîna 27ê Cozerdanê tenê bîranîna derbasbûyî nîn e, handanek e bo paşerojê jî. Handanek e bo we ku giringiya medyaya zimanê dayikê neyê ji bîr kirin û keda nifşa beriya me ku rê xweş kirin, bi rêz û sipasdarî ve lê bêt mêzekirin.
Ji ber vê yekê, em serê xwe ditewînin bo bîranîna hemû wan kesên ku di salên cuda de bi awayek ji awayan xizmeta Radyo Dengê Kurdistanê kirin. Ewên ku bi dengê xwe rih didane bigurtirbûna xebatê, qelema wan li dijî dijmin û bo berjewendiya gel hat ser kaxezê, teknîka xwe kirin amûrek bo xizmeta bizavê, bername amade kirin û hewl dan ku ew peyam bigihe guhê xelkê. Herwisa bi rêzdar ve bîranîna wan guhdaran bilind dinirxînin ku bi dil û can guh didan wî dengî û bi hebûna xwe wate didan hebûna radyoyê.
Radyo Dengê Kurdistanê dibe ku îro mîna berê weşanê neke, lê dengê dîrokê hergav namire. Ew deng hêşta di bîreweriya xelkê de dijî, di peyv û bîranînan de deng vedide û wek beşek ji mîrata medyayî û çandî ya Kurdistanê, cihê xwe di dîrokê de parastiye.