Dewleta Swîsê bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku egera vê heye lihevkirina demkî ya li navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîma Îranê bi armanca dawîanîn bi şer li Rojhilata Navîn, li roja Înê 19ê Hezîranê li devera çiyayî ya “Borgên Stok” a Kantona “Nîdwaldên” de li hotêlekê de bê wajokirin.
Pêka gotina wezareta Derve ya Swîsê, cihê wajokirina vê lihevkirina demkî, ji aliyê Amerîka, Îran û navbendçiyên Pakistanî û Qeterê ve hatiye pêşniyarkirin ku li warê ewlehî ve li asteke bilind de ye.
Gorî daxuyaniyên desthilatdarên Amerîka, ji bilî tîma danûstandinkar a Amerîka û JD Vans ê cihgirê Serkomarê Amerîka, egera hindê heye ku Tiramp hebxwe jî li wê merasima wajokirinê de amade be.
Ev lihevkirin a destpêkiye û herduk alî qebûl dikin û soz didin ku’ bi armanca danûstandina li ser xal û şertên hev du, tenê bo heyamê 60 rojan şer rawestînin û pabendê agirbestê bin. Piştî wê wajoyê û qebûla agirbestê bo heyamê 2 mehan wext ber destê wan heye ku li ser mijar û xalan danûstandinê bikin, hekî li wan 60 rojan de pêk hatin, vê demê dawîpêhatina şer gorî lihevkirinê dê bête ragîhandin, hekî negehne ti encamp û sazanekê jî egera hindê heye ku dîsan şer dest pê bike.