Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netanyah got: Bi rêkeftin an bê rêkeftin, Îran nabe xwediyê çeka navikî

10:20 - 17 Hezîran 2026

Binyamîn Netenyahu, Serokwezîrê Îsraîlê di konfransekî rojnamevaniyê de ragihand ku bi rêkeftin an bê rêkeftin, Komara Îslamî tu carî nikare bibe xwediyê çeka navikî. Wî tekez kir ku şer û rûbirûbûna li dijî rêjîma Îranê hêşta bi dawî nebûye.

Netenyahu peywendiyên xwe yên bi Serkomarê Amerîkayê Donald Trump re li ser bingeha hevkariyê bi nav kir, lê bal kişand ser wê yekê ku berpirsiyariya parastina berjewendiyên ewlehiyê yên Îsraîlê li ser milê wî ye û di vê rêyê de şert nîne ku her dem hevra bin, belku carinan cudahiya ramanan jî di navbera wan de çêdibe.

Navborî got ku operasyonên Îsraîlê welatê wî ji metrsiyeke herî mezin rizgar kiriye û hekî ew bêdeng bimana, niha xelkê Îsraîlê li beramberî metrsiyeke mezin de bû.

Serokwezîrê Îsraîlê da zanîn ku welatê wî derbên giran li "mîhwerê terorê ya Komara Îslamî" û şiyana rêjîma Îranê xistiye, lê tekez kir ku hîn rûbirûbûn berdewam e û Tel Avîv xwe ji bo rûbirûbûna zêdetir a li dijî rêjîma Îran û girûpên wê yên nîyabetî amade dike.