Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sinaya Amerîka carek din pirojeya sinûrdarkirina desthilata şer, red kir

10:55 - 17 Hezîran 2026

Sinaya Amerîka bo cara 9an projeya sînordarkirina desthilatên Serkomarê Amerîka li derheq şerê bi Îranê re, red kir.

Sinaya Amerîka bo carekî din projeyasayeke Demokratan bo sînordarkirina desthilatên Donald Tiramp di şerê dijî Îranê de red kir. Projeya ku ji aliyê Sinator Raphael Warnock ve hatibû pêşkêşkirin, tenê bi cudahiya yek dengî, 48 li beramberî 47 dengan hate retkirin.

Ji destpêkirina şerê Îsraîl û Amerîkayê yê dijî Îranê di 9ê Reşemeya 1404an de, heta niha Demokratan bi 9 projeyên cuda hewl dane ku berdewamiya şer bi razîbûna Kongreyê ve girê bidin, lê ji ber piranîbûna Komarxwazan di Kongreyê de, hewldanên wan bi ser neketine.

Ev dengdana nû di demekê de hat encamdan ku qanûndanerên Amerîkayê li bendê ne ku Tiramp hûrgiliyên projeya rêkeftina ligel Îranê bi Kongreyê re nîqaş bike.