Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtirafa berpirsekî rêjîmê bi hiloşîna civakî û nerizatiya %70 a xelkê

11:25 - 17 Hezîran 2026

Di îtirafek bê mînak de, Berpirsên Rêkxistina karûbarên civakî a rejîmê bi piştgirêdan bi emrazên wezareta navxwe, hoşdarî li ser hiloşîna yekcarî, sermayedariya civakî da û rewşa Îranê bi zengek metirsîdar bi nav kir ku nîşaneya veqetîn û bêzariya kûr a giştiye li desthelatê de.

Mihemed Bethayî eşkere kir ku sermaye ya civakî bo %36.6 daketiye, li gorî vê raportê tenê %25 a xelkê seh bi hebûna dadpreweriyê dikin, di demekê de %75 a civakê bi temamî li jêr sîbera cudakarî û nedadperweriya sîstematîk de dijîn.

Amar derdixin ku %62 a xelkê li vê rewşê nerazî ne û %60 ji wan tu hêviyek bi pêşerojê li jêr desthilata vê rejîmê de nemaye.

Tevî hewlên desthelatê bo veşartina rastiyan, wî berpirsî îtiraf bi wê yekê kir ku  %70 a xelkê Îranê daxwaza guherîna bingehîn a siyasetên rejîmê dikin.

Navbirî herwisa tekezî li ser vê kir ku %60 a welatiyan li warê abûrî ve gihane hêla sor û şiyana berevanîkirina wê hejariyê û givaşên sepandî nemane.

Ew amara fermî di demekê de belav dibin ku rejîma Îranê li cihê çaksaziyê, berdewame li xerickirina samana welat bo berfirehkirina terorîzm û tepeseriya nevxweyî.