Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozê Îsraîlê: Cîhan nabe li hember tepeseriya xelkê Îranê bêdeng bimîne

11:04 - 17 Hezîran 2026

Danny Danon Balyozê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî de, ji civaka navneteweyî xwest ku nabe li hember tepeserkirin û zordariyên Komara Îslamî ya Îranê li dijî xelkê Îranê bêdeng bimîne. Wî bal kişand ser vê yekê ku qurbaniyên wan tepeserkirinan jêhatiyê hindê ne ku dibe mafê zanîna rastiyan û bersivdana berpirsan hebin.

Danon piştî belavkirina raporekê ya Kanal 14 ya Îsraîlê li derheq kuştin û tepeserkirina xwenîşanderan di meha Befranbarê de, li ser hejmara xwe ya fermî li tora civakî ya “X” nivîsand: “Qurbaniyên tepeserkirinê li Îranê û malbatên wan mafê destragehiştin bi  rastiyan, zelalkirin û bersivdana berpirsan hene. Ji ber vê yekê, civaka navneteweyî nabe li hember vê rewşê bêdeng bimîne.”

Nûnerê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî di berdewamîya axaftina xwe de rexneyek tund li karnameya mafên mirovan a rêjîma Îranê girit û got: “Dîroka rejîma Îranê bi êş û azara xelkê wî welatî ve hatiye nivîsandin; dîrokek ku tijîye ji odeyên îşkenceyê, gorên bikom, bêserkirina bi zorê û malbatên ku heta niha tu bersivek bi wan re nehatiye dayîn e.”

Navbirî tekez kir ku nabe civatgeha cîhanî li hember wan cinayet û tepeserkariyan de bê deng bimîne.