Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biryargeha Xatemul Enbiya dixwaze 10 palavtingehên Petrokîmiya bi awayekê nehênî ava bike

11:48 - 19 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Biryargeha Xatemul Enbiya pêşniyara avakirina 10 palavtingehên Petrokîmiyayê, bi Wezareta Nefta a Îranê daye, bi wî awayî rejîma Îranê dixwaze palvtingehê neftê bi anîna alogorekê bike palavtingehên Petrokîmiyayê ku ev jî di nav tehrîmên Amerîkayê de ne.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Şemî, 28`ê Befranbarê, Fermandeyê Biryargeha a Avakirina Xatemul Enbiya” a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst bas kiriye, ku Sitada Hevpar a Hêzên Leşkerî, pêşniyara avakirina 10 palavtingehên Petrokîmiyayê, bi Wezareta Neft a Îranê daye.

Navbirî, ti basek ji navên wan palavtingehan nekiriye, lê gotiye ku dibe tîmeke hevpar ji Biryargeh û lêkolîngeha neftê a girêdayê Wezareta Nefta Îranê ve bê sazkirin, da ku saziya wan 10 palavtingehan ava bike.

Eve jî di halekê de ye, ku Spaha Pasdaran a terorîst dixwaze bi wî awayê dorpêçên aborî ên Amerîkayê dor lêde, û sedan pirojeyên wiha dane lê ti yek ji wan nehatine cîbicîkirin.

Palavtingeha “Anahîta”, ku di parêzgeha Kirmaşanê de ye, heyamek beriya niha, bi fermana rêberê rejîma Îranê, Elî Xamineyî, bona guherîna wê palavtingeha neftê bi palavtingeheke Petrokîmiyayê hatibû pêşniyarkirin.

Herwisa Fermandê Biryargeha Xatemul Enbiya, Seîd Mihemed daye zanîn, biryargeha Xatemul Enbiya xwediyê 285 projeyan di sertaserê Îranê de ye, û ew kompaniyane girêdayê Biryargehê di bin çavdêriyê dene lê bi eşkere em bas nakin, ku renge bi awayên cuda em bêne tehrîm kirin.

Spaha Pasdaran a terorîst, hejmûn û bandora xwe ji hemû aliyan ve, di Îranê de berfireh dike, ji para leşkerî heya siyasî û aborî, ji perwerde û hînkariyê heya bazirganiya navnetwî a madên hişber ve, welatê Îranê xistiye bin destê xwe, û siyasetên xwe yên gemar û terorîstî di her ciheke Îranê de birêve dibe, û welatê Îranê bûye pêgeh, binke û afirandinkarê teror û terorîzmê di nav cîhanê de.