
Piraniya bikarhênerên çalak li ser tora civakiya “Twitter”ê roja Şemî 28ê Tebaxê, bi li darxistina bahozeke “Twitter”î daxwaza cîbicînekirina cezaye îdama girtiyê siyasî “Heyder Qurbanî” kirin.
Parêzer û kesên nêzê “Heyder Qurbanî” basa vê yekê dikin ku rengehiya cîbicîkirina cezaya îdama wî girtiyê siyasî di çend rojên bê de heye, lê hêj dema birêveçûna cezaya wî bi malbata wî nehatiye ragihandin.
Herwisa bi sedan kes ji welatiyên xelkê bajarê Kamiyaranê bi wajokirina nameyekê rû li rêberê rejîma Îranê daxwaza hilweşandina cezaya îdama girtiye siyasiyê ragirtî di girtîgeha bajarê Sineyê “Heyder Qurbanî”kirine.
“Heyder Qurbanî”di dawiya meha Rezbera sala 1395an de hate binçavkirin û hêzên ewlehî yên ser bi rejîma Îranê navbirî bi tohmeta hevkarî di terorkirina çend kes ên girêdayê rejîmê de bi wî dane.
Roja Çarşemî 15ê Gelawêja sala 1399an cezaya îdamkirina girtiyê siyasiyê Kurd ê ragirtî li girtîgeha navendî ya bajarê “Sine”yê “Heyder Qurbanî” ji aliyê taya 27a dadgeha bilind li bajarê “Qumê” hate piştrast kirin.