Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bo yada 33emîn salvegera terorkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî kombûnek li Danmarkê bi rê ve çû

19:22 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Şemî 16ê Tîrmehê, “Komîteya Giştî ya PDKΔ bi hevkariya Komîteya PDKΔ li devera “Mîtyûlend”ê kombûnek bo yada 33emîn salvegera şehîdkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî bi beşdariya endamên PDKÎ û herwisa nûnerê PDKÎ û aliyên siyasî yên Kurdistanê li bajarê “Horsens” bi rê ve çû.

Destpêka vê koryadê bi xwendina sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bona rêzgirtin ji canê pak yê şehîdên Kurd û Kurdistanê bi taybet şehîdên Viyenê dest pêkir.

Li nav bernameyê de du helbest ji aliyê “Faxir Mewlûdî” ve de hatin xwendin.

Beşa 2 ya vê koryadê bo mamosteyê zanîngehê li Herêma Kurdistanê Dr. “Hejar Rehîmî” hatibû terxankirin û bi rêya app a Zoom, beşdarî kirbû.

Dr. “Hejar Rehîmî” bi awayek giştî, bas ji rol û kesayetiya bilind yê “Dr. Qasimlo” û tevgera rizgarîxwaziya netewiya Kurd kir.

Navbirî bas ji çendîn fakt û mînakan ji kesayetiyên siyasî li cîhanê kir ku nêzî Dr. Qasimlo bûn û bi rêya Dr. Qasimlo ve li derve bûn bi dengê Kurdê zilm lêkirî.

Li dîtingeha “Dr. Qasimlo” yê rêber, exlaq di siyasetê de, yek din ji mijarên gotara Dr. “Hejar Rehîmî” bû ku bi hûrî bas jê kir.

Dr. “Hejar” di beşek din a gotinên xwe de îşare bi qonaxa piştî proseya yekgirtina Partiya Demokrat kir ku hewl bê dan, dosyeya terorkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî careke din bînin berbas.

Di dawiyê de beşdarbûyên vê koryadê, pirsyar û têbêniyên xwe pêşkêş kirin û ji aliyê Dr. “Hejar Rehîmî” ve bersiva wan hatiye dan.

Partî û aliyên siyasî ku bo vê koryadê peyam şandibûn wiha ne:

Peyama komîteya Partiya Demokrat

Peyama Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Peyama Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê

Peyama Partiya Pêşvero ya Kurd li Sûriyê

Peyama Partiya Rêzbenda Hevpeymanî ya Danmark