Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Borokrasiya bankên parêzgeha Kirmaşanê, pîşeya wê parêzgehê ber bi îflasê ve dibe

12:14 - 13 Îlon 2021

Bi derengxistina karûbarên îdarî ên pîşeyî yên parêzgeha Kirmaşanê di bankên wê parêzgehê de bûye pirsgirêkeke micid û pîşeya wê parîzgehê ber bi îflaskirinê ve dibe.

Tevî heşîmeta zêdetir ji 2 milyon kesan di vê parêzgehê de û rêjaya zêdetir ji 600 hezar ciwan û zêdetir ji 900 hezar hiktar erdê bi wec û kêşûhewaya 4 demsalî û şînorê hevpar digel Başûrê Kurdistanê û Îraqê, ew parêzgeha wekî çavkaniyekê bo kar û ticaretê ye, lê bi sedema borokrasiya bankên rejîma Îranê tev pîşeyên wê parêzgehê ber bi îflaskirinê ve diçin.

beşek ji xwediyên kargeh û karên pîşeyî li parêzgeha Kirmaşanê gotine: “Ew parêzgeha dikare bibe devereke pîşeyî û tev pirsgirên bêkarî ên wê parêzgehê çareser bike lê bi sedema borokrasiya bankên wê parêzgehê û bi derengxistin û hêcetgirtin ji xwediyên kargeh û karên pîşeyî û alîkarînedana hewce, rê ji pêşkevtina pîşeya wê parêzgehê hatiye girtin û ewlehiya kar tinînin”.

Herwisa Cihgirê Saziya “Pîşe, Kangeh û Ticaret”a parêzgeha Kirmaşanê “Selahî” gotiye: “Borokrasiya sîstema bankî demdirêj e û gera sermaye hin caran hewcehî bi heyameke zêdetir heye lê bo wan nayê dabînkirin û sûda bankî bo kargehên pîşeyî %18 e ku bo parêzgeha bêpar a Kirmaşanê gelek zêde ye”.