
Kurdistanmedia: Rejîmê dest bi ser piraniya nexwişxanên Kurdistanê de girtiye û birîndarên xwenîşanderên wê dawiyê bo tedawiya pizîşkî, li tiresê hêzên rejîmê ve nevêrin serdana nexweşxanan bikin.
Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “kurdistanmedia”yê, rejîma Îranê di piraniya bajrên Îran û nemaze yên Kurdistanê de, nexweşxane agehdar kirine ku her kes ji birîndarên xwenîşandanên wê dawiyê hatine nexweşxanan bi bê aghedarê rejîmê dermanan bi wan re nedin.
Di vê derheqê de çavkaniyeke agehdar bi malpera “Kurdistanmedia”yê re got: Di piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, nemaze bajarên wekî Sine û Merîwanê, her kes biçe bo nexweşxanê, lêpirsînê dikin ku çawa birîndar bûye.
Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku, di nexweşxaneya “Kewser” a bajarê Sine de jî, berpirsên hêzên întizamî, ji perester û duktoran re civîn pêk anîne, û ji wan re gotine ku, her birîndarek hate nexweşxanê, ti dermanekê ji wan re nedin û bi zûtirîn dem me agehdar bikin.
Di berdewamiyê de wê çavkaniyê got: Xelk ji tiresa hêzên rejîmê ve, amadene ku zarokên wan yên birîndar ji ber çavên wan êş û janan bikişîn in, lê nebine nexweşxanan.
Ji aliyek din ve jî, îtila`ata rejîmê di piraniya bajarên Îran û Kurdistanê de, gevaş xistiye ser navendên hatoçû, ku hemû vidiyo yên kamêrayên veşartî yên hatoçûyê radestê îtila`atê bikin, ku bikarin xelkê nerazî binasin û wan desteser bikin.
Li derheq xwenîşandanên wê dawiyê di Îran û Kurdistanê de, pêka amarên ku Saziya Lêbûrîn a Navnetewî di roja Duşemî 11`ê Sermawezê de belavkiriye, heya niha 208 kes ji xelkê nerazî di Îranê de hatine kuştin, û hezaran kes jî hatine birîndar û desteserkirin.