Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Buhara Turkî ne di rê de ye

16:45 - 24 Hezîran 2013

Şehab Xalidî

Serokwezîrê AKP jî bi wan rêberên siyasî ên welatên herêmê ve zêde bû ku hatina xelkê nerazî bo ser şeqaman dêxne stûyê welatên derekî, û wan neraziyan jî wek çend kesên têkder û tevdanîkar bi nav dikin, ku bi fîtika welatên herêmê ên neyar dest bi meşên nerizayetiyan kirine, lê bi vê ferq û cudahiyê ku li welatê wî de hilbijartin bi awayên demokratîk birêve diçin, û dibêje ku emê bi riya sindûqan ve bersiva neraziyan bidin.

Herçend ku meşên nerazîbûnê di destpêkê de pêwendî bi parastina jîngehê ve hebû, lê piştre meşvanan bo çend rojên berdewam qada Teqsîmê kirne nawenda nerizayetî eşkerekirina xwe û rexnekirina siyasetên Erdoxan di warê sînordarkirina azadiyên takekesî û destêwerdana li nav karûbarên jiyana şexsî ya hemwelatiyan û zirargehandina bi civatgeha laîk ya Turkiyê. Ew nerizayetî eşkerekirin li awayê herî xirap a xwe de dikare aliyê kêm rûyê demokratîk û aştîxwazane bûna AKP li ber çavî bîrûraya giştî ya navxwe û dervey welat lekedar bike û bikare beşek ji dengderên AKP bo aliyê xwe rakêşe. Eva bo partiyekê ku dixwaze bibe modêlek e deshilatdarîkirinê bo welatên herêmê, û dixwaze ku bibe endamê Yekîtiya Ewropa, wek şokekê be ku AKP çavnihêriya wê nedikir.
Ji aliyek din ve jî bi sedem vê pêvajoya aştiyê ku AKP dest pêkiriye, û ji aliyek din ve bi hemû hewla xwe li hizra herifandina deshilata Beşar Esed de ye, îmkana destêwerdana Îranê li wan meşên nerazîbûnê de heye. Ew rejîma ku li dema bidestvegirtina deshilatê ji aliyê AKP ve wek partiyek Îslmaî pirr kêfxweş bibû û pêşwazî lê kiribû, niha bi hewlên lawazkirina AKP kêfxweş e, û bê guman hewlê jî jêre dide. Bi Taybetî li wan dawiyane de ku AKP hewlek zêde dide ku ew bibin mînak û modêla deshilatdariyê li herêmê de, vê yekê pêgeha Îranê çend qat lawaztir kiriye, û nikare partiyeke Îslamî a nermrew a Sune bibîne ku cihê wan li herêmê de lêj kiriye, lewra renge destê Îranê li tûjkirina meşvanan de hebe.

Herçend hinek şirovekarên siyasî vê meşê wek buhara Turkî bi nav dikin, û dibêjin ew buhara Turkî berevajiyê Buhara Erebî, wê bibe sedema li ser kar nemana AKP wek partiyeke Îslamxwaz û di cihê wê de sekolar wê bêne ser kar, lê Erdoxan bi bawriyek zêde ve dibêje ku Buhara Turkî wê demê dest pêkir, ku xelkê dengê xwe dane wan û sekolar avêtinê qeraxê. Niha çi buhara Turkî li rê de be, yan wek Erdoxan gotî bidawî bibe, giring ew e ew meş dikare destpêka şikestina tirsa sekolaran bona hatina ser şeqaman û îhtimala berdewamiya wê di derfetên din de be, ku ew yek dikare buhara turkî li Erdoxan bike zivistaneke sar ya bi seqem.

Ji aliyek din ve berdewamiya wan meşan pêvajoya aştiyê jî wê asteng bike, û ew yek dikare carek din Kurdan û dewletê vegerîne dema şer, lewra weha dixuye ku li demek weha de hewcehiya Kurdan bi aramiyê hebe û ji derfetên aram mifahê wergirin bo xebitîna li ser pirsa Kurd, herçend ku ew pêvajo gellek hêdî jî here pêş.