Di heyama 9 mehên derbasbûyî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, 10 hezar kesan bi sedema bûyerên hatûçûnê canê xwe ji dest dane.
Serokê Polîsê Rê yê hêza întizamiya rejîma Îranê “Kemal Hadiyanfer” li derheq amara bûyerên hatûçûnê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gotiye: “pêka amara Pizîşka Dad di heyama 9 mehên derbasbûyî de 10 hezar kesan li Îranê bi sedema bûyerên hatûçûnê canê xwe ji dest dane û ew 10 hezar kes di encama 36 hezar bûyerên hatûçûnê de bûne qurbanî”
Wî karbidestê rejîma Îranê ti basek li têkçûn û nestandardbûna rêyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nekir û îdia kir ku %85 sedemên serekî yên qewimîna wan bûyerane mirovî ne û ajotvan bi lezgîniyek zêde hat û çûnê diken.
Îran yek ji wan welatan e ku zêdetirîn rêjeya canlidestdan bi sedema bûyerên hatûçûnê heye, pêka amarên rejîma Îranê ji sala 1390 heta sala 1400an zêdetir ji 40 hezar kesan di Îranê de canê xwe ji dast dane.
Rewşa rêyan di Rojhilatê Kurdistanê de gelek xirabtir e û rejîma Îranê ti pêngavek zanistî bo çareserkirin û kêmkirina rêjeya canlidestdanên bi sedema bûyerên hatûçûnê hilnegirtiye.