Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên belavkirina dan û danîna cihdan bo balindan û canjiberan di bajarê Pîranşarê de birêve çû

12:20 - 11 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Çalakiyên belavkirina dan û danîna cihdan li ser daran, ji aliyê Saziya jîngehparêz a bajarê Pîranşarê ve, di şeqam û parkên wî bajarî de birêve çû.

Êvara roja Înê, 20`ê Befranbar, ji aliyê Saziya jîngehparê û encûmena parêzerên canjiberan, di bajarê Pîranşarê de, bi seha berpirsayetîkirin û girîngîdan bi balindeyan, çalakiyekî hevpar birêve birin.

Di wê çalakiyê de, jin û zarok jî amadebûn.

Di wê çalakiyê de, qasek zaf ji genim û hûrkenan, di cihên cuda yên bajar de, li ser erdê reşandin û di qotiyên plastîkî de ku bi awayekî taybet hatibûne sazkirin li ser daran danîn, ku di dema sir û bêxwariniyê de, balinde û canjiber mifahê jê vergirin.

Saziyên jîngehparêzî, daxwaz ji tev welatiyan kirin ku, di hewşa xwe de û di kolan û şeqamên bajar û gundan de, wê erka pîroz cîbicî bikin û hêvîdarin ku, ew karê hêja bibe bi kultûreke civakî.

Wan encûmenan gotine, ku di demsala sirê de, bi barîna befrê, xwarinên balinde û canjiberan dikevine bin befrê de û bo bidestveanîna wan xwarinan, rastî pirsgirêkan dibin.