Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên jingehparêzî li bajarên “Urmiye, Îlam, Kamiyaran û Bokanê bi rê ve çûn

10:18 - 8 Kanûna pêşîn 2021

Roja Yekşemî 14ê Sermaweza 1400a Rojî, helmetek berfireh a çandina berû û guwîjan bo geşedan bi daristanên çiyayên “Mîr Qaz û Şêr Beg” di gundê “Kanîreş”ê ser bi bajarê Bokanê de ji aliyê çalakiyekvanên jîngehparêz û xelkê wî gundî ve bi rê ve çû.

Di wê helmeta parastina jîngehê de, “Encumena Sewz” bi şandina toyên dare berûyan, alîkariya wê helmeta jingehparêziyê kirin.

Ji aliyek din ve, çalakvanên jîngehparêz di helmetek li jêr navê “Ev niştimana bi bejna Zagrosê ve bedev e” di gundê “Elk”ê ser bi bajarê Kamiyaranê, toyên giyayên “Kema û Lo” û herwisa toyên rêwasan çandin.

Herwisa li bajarê Îlamê, “Encumena Qerarî ya Sewza Bankul”ê bi çandina toyên dare berûyan çalakiya parastina jîngehê lidar xistin û di çend cihên din ên wî bajarî de jî, çalakvanên jîngehparêz toyên Berû, Qezwan û bademan çandin.

Ji aliyek din ve li bajarê Urmiyê, jîngehparêzên “Dalanper”ê di helmetek a parastina jîngehê de li jêr navê “jîngeh, jiyan, Niştiman” di bintara çiyayên devera “Mirgewer” de toyên darên Gûz, guwîj û berûyan çandin.