Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên navikî yên rejîma Îranê bûye cihê nigeraniya welatên deverê

12:10 - 14 Çirriya paşîn 2020

Piştî belavbûna rapora “Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî”, welatên deverê nigeranê çalakiyên navikî yên rejîma Îranê ne.

Roja Înê 13ê Çirriya Paşîn, belavoka Almanî ya bi navê “Die Welt” (Dî Wilt), ragihand: “Piştî belavbûna rapora nû ya “Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî” derheq rejîma Îranê, welatên deverê rastî “şok”ekê hatine” û herwisa tekezî kiriye ku “Komara Îslamî meyandina Uraniyoma %4.5an didomîne û paşketa Uraniyoma meyandî ji asta biryara girêbesta “Bercam”ê zêdetir e ku bi tenê îzn hebû meyandina Uraniyomê di bin %4an de be”.

Qasa paşketa Uraniyoma rejîma Îranê pêka raporta nû ya“Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî”, heta 2ê Novemberê nêzî 2 hezar û 443 kîlo bûye ku bi beranber digel 3 hezar û 600 kîlo bi qasa îzinpêdayî ya “Bercam”ê ye ku dibe 12 beranberê qasa biryra girêbesta Bercam”ê.

Herwisa belavoka “Die Welt” daye zanîn ku mijara nigeraniya welatên deverê bi taybet Erebistan û Îsraîl li ser wê yekê ye ku rohnkirinên rejîma Îranê li ser binkeya navikî ya “Torquz Abad” a Tehranê, cihê baweriyê nîne.

Micidbûna rejîma Îranê li ser bernameya navikî û mûşekî û herwisa berdewamiya gefên rejîma Îranê, bûne sedem ku welatên deverê nigeranê ewlehiya welatên xwe bin û ti bawerî bi gotinên rejîma Îranê nakin û dizanîn rejîma Îranê pêbendê ti girêbest û yasayên navnetewî û mirovî nîne.