Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî li bajarên Kurdistana Rojhelatê bona salvegera şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî

22:36 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Li bajarên Tikab, Sine, Bokan, Şino, Urmiye, Rebet, Selmas, Mihabad, Nexede, Kamyaran û Merîwanê bi boneya 24’mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî çalakiyên teblîxî birêve çûn.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Tikabê li kolanên Şerîf ava, Hewa Şinasî, Navbax û Qerenav bi sedan tirak û posterê 22’ê Pûşprê bilav kirine.
Merîwan
Kolana Şebreng, çar rêya Eslî û Bayeva, kona Muelim, Taxa Îstadiyom û Pûrya Welî û rêya Merîwan û Başmax, serdoşiyekan, sê rêya Nê, Texanava, hola Cîhad, tirmînal, kolana Dr. Qasimlo.
Her weha li gundên Nê, Derefnê, Kelekcan, Kanîsanan, Berdereşe heya nîzîk Başmax, gundê serdoş û li vî gundî alaya Kurdistanê û alaya rengî a Şîn li ser Menbe a av hat bilidkirin û li gundê serdoş gotinên Dr. Qasimlo û dengê Ehmed Şêrnegî li bilendigoya mizgevtê de hat bilavkirin û divê pêwendiyê de hêzên ewlehiyên rejîma Îranê hemû kereba gundan gutkirin.
Sine
Nav apartemanên edeb(Wêje), parka ostandarî, sê rêya edeb û kolana edeb ev cihane bûn ku êalakiyên teblîxî hat kirin.
Gundê Nîberîş li çalakiyan bêpar nebûn û endamên PDK Îranêalaya mezina Kurdistanê li ser dekela Muxabirat û her wusa rûbirû gund jî ala bilind kiribûn û xelkê gund jî kincên Şîn berkiribûn.


Şino

Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li roja 13’ê Tîrmeha 2013’an, li nav bajarê de alaya Kurdistanê bi Fûdan (Badkunek)ê wekiribûn û heyamekî zaf li esmanê bajar de li ber çavê xelkê bû.
Li gundên Suce, Xanler, Alyawê, Girdkaşan, Şêxan, Nelîwan û Bêjawêyî jî poster hat bilavkirin.
Bokan
Li gundê Rehîmxan li devera Aleşîna Bokanê alaya mezin a Kurdistanê li nîzîk mizgevta vî gundî hat bilindkirin û taxên bajarê Bokanê ku pêk hatiye ji: Taxa 55, koêama Deyîmen, kolana Çîmen, sê rêya Xaweran û her weha li gundên Koxan, Xan Kendî, Bêyî Mela, sewzî, Xeyatî, Qereqol a serçinar, Hacî Lek, Qela, Axeliyan, Hosên Mame, Qere Mûsaliyan, rêya Mihabad û Bokan, rêya Bokan û Miyandiwawiş tarak û poster hatin bilavkirin û deruşm hatin nivîsîn.
Li bajarê Bokan piştî nîwero beşek li dûkandaran, dûkanên xwe girtibûn û bi heceta berbag çûnûne seyîrangehan û demijmêr 11’ê şevê bi dema Tehranê piraniya xelkê li bajarê Bokanê bi taybet li devera Pîr Mihemed û çemî Mecîd xan çirayê mala xwe temirandibûn.
Devera Aleşîn: Li devera Aleşînê xelk gundên Eskerabat, Gamêşgolî, Kela Birayîmbat, Mişîrabat, GoêgCelî, Rehîm xan, Seav û Ermenîblaxî bi berkirina kincên Pêşmerge û bilindkirina Alaya Kurdistanê bîr anîna rêberê Mezin ê gelê Kurd Dr. Qasimlo û hevalên wî bilind ragirtin.


Rebet

Endamên PDK Îranê li bajarê rebetê bi bilavkirina poster û tirak li nav xelkê û nivîsîna deruşm li parka bajar, rêya Leyîla bo Rebet wefadariya xwe bo Partê û xwîna şehîdan dupat kirin.


Nexede

Mizgevta Camîe, mizgevta Bilalê Hebeşe, mizgevta Hacî Ezîz, Ferhengiyan, 16 dezgeh, kolana Dr. Qasimlo, Îsmayîl ava, debistana azadigan û parka Muelim.
Xelkê başerf û xweragirê bajarê Nexedê li roja 13’ê Tîmehê bi berkirina cilan bi awayekî giştî li nav bajarê de ku pitir rengê “Şîn” berkiribûn bo carek din hemase xulqandin û bîr anîna reberê gelê Kurd şehîd Dr. Qasimlo bilind ragirtin.


Urmiye û Selmas

Herêma Soma: Howesin, Cûhnî, Culxeran, pira Zerd, Heştiyan, Kanî Miyanê li bajarê Urmiyê çalakiyên teblîxî hat kirin û her wusa li gundên Melhem, Hewtewana ser bi Selmasê poster û tirak hatin bilav kirin û xelkên bajarên Urmiyeû Selmasê 24’mîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo de carek din wefadarî û emegnasiya xwe bo wî rêberê mezin û partiya wî dan xuyakirin.


Mihabad

Bazara Mihabad, meyîdana azad, feleke Mela Hacî, meyîdana Menguran, çar rêya azadî, feleka Seat li ev cihên bajarê Mihabadê bû ku çalakî birêve çûn û herweha 11’ê şevê bi dema Tehranê xelkê vî bajarî bi awayekî giştî çirayên mala xwe bo heyamê 3 deqan temirandin.


Kamyaran

Li bajarê Kamyaranê 11’ê şevê bo bilind ragirtina bîr anîna şehîdên Viyenê, akinciyên kolana Dr. Qasimlo, rêya Elk, Bane Tepe, Ferheng sera çirayê mala xwe temirandin.