Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvana Îranî û xwedana xelata Nobelê, Şîrîn Êbadî bang li cîhanê kir, rêjîma Îranê lawaz bikin

01:29 - 13 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Çalakvana Îranî ya xwedana xelata Nobêlê, gazî li cîhanê kir, da ku rejîma Îranê lawaz bikin.

li gorî raportên belav bûyî, Çalakvana Îranî Şîrîn Ebadî, ku sala 2003`an, ji ber xebatên xwe yên di warê mafên mirov de xelata aştiyê ya Nobelê wergirtibû, bi helkefta çilemîn salvegera avabûna rêjîma Îslamî ya Îranê, ji ajansa “Reuters”ê re behsa dorpêç û cezayên aborî yên li dijî Îranê kiriye û gotiye, dorpêç û cezayên aborî gelên Îranê belengaz dike, û firsend dide rayedarên rêjîmê da ku diravê qirrêj kom bikin û dewlemend bibin.

 Şîrîn Ebadî bang li dewletên cîhanê kiriye, rêjîma Îranê lawaz bikin da ku nekaribe zilmê li welatiyan bike.

Navbirî wiha axavt, bi rêjîmê re kar nekin, nehêlin rayedarên rêjîmê serdana welatên biyanî bikin û mal û milkên rayedarên rêjîmê yên li derve zeft bikin.

Wê çalakvana Îranî her wiha bang li welatên biyanî kiriye nehêlin televîzyonên rêjîma Îranê li ser satelîtan weşanê bikin.

Şîrîn Ebadî, ku ji ber rexneyên xwe yên li dijî rêjîma Îranê êdî newêre û nikare vegere Îranê, bang li gelên Îranê jî kiriye, diravê avê, elektirîk, gaz û bacê nedin û diravê xwe ji bankan derxînin da ku rêjîm lawaz bibe.

 Roja 11`ê Sibata 1979`an, rêjîma şah li Îranê bi temamî hilweşiya û rêjîma îslamî ya Îranê ji aliyê melayekî şî`e yê bi navê Ruhullah Mûsevî Xumênî ve hat avakirin.

 Ev 40 sal in rêjîma Xumênî li ser piyan e, û zilmê ji gelê Îranê dike.