Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

çalakvaneke siyasî yê Kurd li girtîgeha Êvînê dest bi gireva birçîbûnê da

14:06 - 19 Adar 2013

kurdistanmedia: Jinekî binçavkirî xelkê bajarê Nexedê li girtîgeha Taranê, seba xirabiya rewşa xwe li girtîgehê de, dest bi gireva birçîbûnê da.

Meryem Muqedesî sala 2010’an bi tawana “çalakî û tebilîx bi dijî Nîzam û alîkarî li gel yek ji Partiyên Kurdî dijberî rejîma Îslamî a Îranê” hete girtin.
Muqedesî çalakvana siyasî ji aliyê dezgeha Dadwerî a rejîma Îranê ve bi 9 salan girtin hat mehkum kirin.
Meryem Muqedesî heyamê 3’ê rojane li girtîgeha Êvînê besa xirabiya rewşa xwe û herweha xirabiya benda jinan li barê saxlemiyê dest bi gireva birçîbûnê da.

4093.jpg


Her di vê pêywendiyê de “Çalakvanên Mafê Mirov û Demokrasî” bilav kir, Meryam li girtîgehê de tûşî nexweşiya Gurçîlan bûye û ji aliyê berpirsyarên vê girtîgehê tu girîngiye bi vê nahê dan.