Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvaneke xwendekar yê Kurd gazî kirine dadigeha Înqilaba Merîwanê

16:09 - 30 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Soran Danişwer çalakvanê xwendekarê bajarê Merîwanê, ji aliyê Liqa yek a dadigeha Înqilaba bajarê Merîwanê ve hat gazîkirin.


Ajansa nûçegihaniya Mukriyan bilav kir, li gorî nameya gazîkirinê ku bo wî xwendekrî hatiye şandin, dibe îro Duşemî 30’ê Îlona 2013’an, xwe bi Liqa 1’a dadigeha Înqikaba bajarê Merîwanê bide nasandin.
Soran Danişwer yek ji çalakvanên xwendekarê bajarê Merîwanê li berwara 30’ê Çileya Pêşîn a 2012’an, tevî 4 çalakvanên din ên xwendekar ji aliyê îdareya Îtilata bajarê Merîwanê hatin girtin û piştî heyvek ragirtin li berwara 2’ê Adar a 2013’an, bi danîna barimteya 100 milyîn Tûmenî ji zîndanê serbest bû.
Ajansa nûçegihaniya Mukriyan di hevpeyvînekê de li gel Soran Danişwer kiriye, navbirî, ev nûçeye pişt rast kir û got: “Tometên min çalakî li dijî tenahiya neteweyî û her wusa alîkariya partiyên Kurdî ên dijberî nîzamê ragihand”.
Navbira di vê hevpeyvînê de serbarî evê ku ev tometene retkirin û her wiha got: roja Duşemî dibe di dadigeha Înqilabê de amade bim û dibe ji wan tometên bêbinema ku bi min ve zeliqandine, bergiya xwe bikim.

6650.jpg
Belgename


Soran Danişwer sala 2011 seba çalakiyên xwendekarî û endamê encumena nawenda Yeketiya Demokrat ên Xwendekarên Kurd, ji aliyê hesareta zanîngehê ve mafê xwîndinê lê sitandin û serbarî ewê ku di taqîkirina karzana bilin de serkevtin bi dest anî, lê ji xwîndinê bêpar kirin.
Navbirî piştre jî sala 2011’an, ji aliyê îdareya Îtilata rejîma Îslamiya Îranê ve bi sûça piropagende bi dijî rejîma Îranê hatibû girtin.