Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî kedkar bo derbaskirina 6 sal girtîgeh hat bang kirin

19:57 - 21 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Çalakekî kedkar yê Kurd bi armanca derbaskirina heyamê hikma xwe ji aliyê îdareya Îtilat a bajarê Sine ve hat gazî kirin.

Komîteya berwanî bi girtiyên siyasî û sivîl bilav kir, roja Pênçşemî bervara 19’ê Hezîran a 2014’an, Efşîn Nedîmî çalakvanê kedkar û xelkê gundê “Gazirxanî”a ser bi bajarê Kamyaranê, bo derbaskirina heyamê ceza xwe bo îdareya Îtilata bajarê Sine hat bang kirin.

Efşîn Nedîmî endamê encumena karkeran bû û ku meha Çileya Paşîn a 2014’an, ji aliyê îdareya Îtilatê ve hat binçav kirin û li liqa yek a dozgeriya Şoreş a bajarê Sine bi bê amadebûna parêzer bi tometa “Endametî li komîteya hevahengî bo pêkanîna navendên kedkaran” ceza 5 sal girtîgeh bi ser de sepandin.

Cuda ji vê 5 salê, ew çalakê kedkare bi tometa piropagende li dijî rejîm salekî din jî bi ser de sepandin.

Efşîn Ndîmî ku bi danîna wesîqe hatibû azad kirin, a niha ji aliyê îdareya Îtilatê ve bi hinceta derbas kirina heyamê hukma xwe hat gazî kirin.