Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî kedkar hukma 5 heyv zîndan bi ser de sepa

19:31 - 17 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Wefa Qadirî çalakvanê kedkar xelkê Sine, ceza 5 meh zîndan ji aliyê dozgeriya vî bajarî bi ser de sapa.


Komîteya hevahengî bo pêkanîna nawendên kedkarî bilavkir, çalakvanê kedkarê Kurd bi navê “Wefa Qadirî” ji aliyê liqa 1’a dadigeha Înqilaba bajarê Sine ve, ceza 5 meh girtîgeha te’zîrî mehkûm bû.
Çalakvanê kedkar yê han piştre jî bi sûça endamiyetî li komîteya hevahengî bo pêkanîna nawendên kedkarî û hewldan li dijî tenahiya neteweyî, ji aliyê liqa 1’a dozgeriya Înqilaba bajarê Sine ve hukma salek zîndana te’zîrî bi ser de sepa bû.
Navbirî her bi vî sûçê ve bo heyamê mehekê di girtîgeha îdareya Îtilatê de bû.

7230.jpg
Wefa Qadirî


Wefa Qadirî, çalakvanê kedkar

Wefa Qadirî, Xalid Husênî, Bêhzad Ferecullahî, Elî Azadî û Hamid Mehmûdnijad, berwara 7’ê Adara 2013’an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilatê ve hatin girtin.

Li gor yasa her kedkarek an nawendekî kedkar mafê mifah wergirtin ji azadiya siyasî û civakî heye û serbstane dikarin li pêkanîna nawenda kedkarî mifah wergirin, an bibne endam di vê rêxistina serbixwe a kedkarî de.