Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî kedkar li bajarê Sine bi 18 mehan zîndan hat mekûm kirin

15:59 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Xalib Husênî ji aliyê dozgeriya “Înqilab”a bajarê Sine be yek sal û 6 meha zîndan hat mehkûm kirin.
Xalib Husênî çalakvanê kêrêdarî ji aliyê dadigeha rejîma Îslamiya Îranê ve li 2 hukmên cuda cuda de girtin bi ser hat sepandin û divê pêwendiyê de “komîteya hevahengî bo pêk anîna nawenda kedkaran” bilavkir, çalakvanê han bi tawan aîlkarîkirin tevî opozîsyonê bi yek sal zîndan û bi sûça pirupagende bi dijî “nîzam”ê 6 meh girtin bi ser de hat sepandin.
Xalin Husênî berwara 19’ê Adar a 2013’an, bi destê hêzên Îtilata rejîma Îslmiya Îranê li cihê karkirina xwe li Sine hat girtin.
Her divê pêwendiyê de malbata Xalin Husênî li nameyekê de ku hejmarek li xelkê bajarê Sine bi taybet taxa “Hacîava” wajo kiribûn, daxwaz li nawendên pêwendîdar bi rejîma Îranê kiribûn ku çalakvanê kedkar serbest bikin.

Roja 2’ê Gulan a 2013’an, Celîl Mihemedî, Şapûr Husênî, Ferdîn Qadirî û Aram navê her çar çalakvanên kedkar ên bajarê Sine bûn ku hatine girtin.
Aram, Şapûr Husênî û Ferdîn Qadirî li rêya Beharan li bajarê Sinê hetine girtin û çendîn malperên kirêkarî bilav kirine ku hêzên ewlehiyên rejîm pêştir ew welatiyene dane ber guleyan û paşan destbiser kirine.