Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî kedkarê Kurd di bûyerekî hat û çûnê de can da

14:40 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Çalakiyên kedkarê bajarê Bokanê seba bûyera hat û çûnê li rêya eslî a Tewrêzê jiana xwe ji dest da.
Kawe Xudadadiyan roja şemî 13’ê Tîrmeha 2013’an li nevbera Heceb Şêr û Binaw di demekê de ku dixwast li bajarê Tewrêzê bo bajarê Bokanê biçe, tûşî bûyerekî terafîkê dibe û di encam de malavayî ji ajiyanê dike.
Çalakvanê kedkar hevdem kesek din jî bi navê Ebûbekir Kerîzadeyî jî tevî bûye û eva jî bi tundî hatiye birîndar kirin û bo nexweşxana bajarê Tewrêzê hatiye rêkirin.
Wêblaga ajansa Mukriyan bikav kir, her di vê rojê de termê Kawe Xudadadiyan li bajarê Bokanê teslîmê erdê kirine.
Xudadadiyan yek ji endamên komîteya Hevdengî bo pêkanîna nawendên kedkaran bû û li varê mafê kedkaran de çalakî dikir.