Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî Kurdê Bokanê bo girtîgehê hat rêkirin

16:32 - 30 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Çalakvanekî kulturî yê Kurd bi hinceta derbaskirina 6 meh zîndana Tezîrî bo girtîgeha bajarê Bokanê hat rêkirin.


Rehman Husênzade ji aliyê dezgeha dadweriya rejîma Îslamiay Îranê ve bi sûça “pirupagende dijî nîzam”ê bi 6 mehan zîndan hat mehkûm kirin û bo wê sebebê rêkirine zîndanê.
Wêblaga ajansa Mukriyan bilavkir, çalakvanê han pêştir ji aliyê dozgeriya bajarê Mihabadê ve bi yek sal girtîgeh hatibû mehkûm kirin û paşan li dozgeriya pêdeçûna parêzgeha Urmiyê de hukma vî kirine 6 meh zîndan.
Rehman Husênzade çalakê çandî yê kurd roja 26’ê Hezîran a 2013’an, rêkirina girtîgeha bajarê Bokanê.
Rehman li bajarê Bokanê xwediyê pirtûkfiroşiyê bûye û sala 2011 ji aliyê hêzên ewlehiyên vî bajarî hat girtin û piştî mahek ragirtin li zîndana îdareya Îtilatê de bi danîna wesîqê berdabûn.
Li gor amara hatî tomarkirin li nawenda Kurdistanmedia, li destpêka meha Pûşperê ve 8 çalakvanên siyasî û kulturiyên Kurd li Kurdistana Îranê ji aliyê nawenda ewlehiya rejîma Îslamiya Îranê ve hatine girtin.