Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî sivîl yê Kurd xelkê Merîwanê hat girtin

22:04 - 18 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Elî Bazyar çalakvanê sivîl yê Kurd ji aliyê hêzên îtilata rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Merîwanê het binçav û destbiser kirin û bo ciheke nediyar veguhastin.
Kempêyîna berewanî ji girtiyên siyasî û sivîl bilavkir, roja yekşemî 11’ê Tebaxa 2013’an, Elî Bazyar çalakvanê sivîl xelkê bajarê Merîwanê di demekê de ku li rêûresma bir anîna helbestvanê navdarê Kurd mamosta Şêrko Bêkes de li cem gola Zirêbar mêjûlê hil kirina şemalkan bû, ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma Îranê ve hat girtin û bo ciheke nediyar veguhastin.
Hevceyê gotinê ye ku di dema destbiser kirina Elî de hêzên ewlehî bi malbata wî ragihandine ku bi tu awayekê nabe nûça girtina Elî bilav bikin.
Elî Bazyar yek ji çalakvanê hunerî û sivîl ê bajarê Merîwanê ye.

Her di vê pêwendiyê de çend roj berî niha hejmarek çalakvanên bajarê Merîwanê rêûresmek bo helbestvanê navdarê gelê Kurd yê wefatkirî mamosta Şêrko Bêkes”, birêve birin ku hejmarek hunermend û wêjevanên wî bajarî bi hilkirina şemalkan bîranîna mamosta Şerko Bekes bilind nirxandin.