Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî siyasî yê Kurd û malbata vî ji aliyê Turkiyê ve hatiye ragehandin ku radestê rejîma Îranê dikin

14:45 - 18 Gulan 2013

Kurdistanmedia: 4 kes xelkê Bokanê ji aliyê polîsên Turkiyê ve bi wan hatiye ragehnadine emê we radestî rejîma Îranê bikin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmeida: Seid Eyubî çalakvanê siysî û li gel sê endamên malbata xwe bi navên Fatime , Şadî, Pêşewa Eyubî ji aliyê polîsên Turkiyê ve hatine binçavkirin û tirsa dîport kirina wan bo Îranê heye.

Seid Eyubî bi malpera Kurdistanmdia ragehand, roja sêşemî 14’ê Gulana 2013’an, di demekê de ku me dixwast bo aliyê Ewropayê rêbikevîn ji aliyê hêzên deryayî a Turkiyê ve hatin destbiser kirin û bo kempek li bajarê “Çenqele”a Turkiyê hatin veguhastin.

Ew çalakvanê han got: Ji aliyê polîsên Turkiyê ve bi me hatiye ragehandin, roja 20’ê Gulanê me rêkene kunsulxana rejîma Îranê li Turkiyê de.

Eyubdî eva jî anî ber bas: Eger bêt û me radestê rejîma Îranê bikin, dilniya bin ez dawî bi jiyana xwe bînim.

Çalakvanê han û malbata wî a niha di kempa “Aveçîk”a Çenqele li nîzîk bajarê “Izmîr”a Turkiyê ne.

Seid Eyubî sala 1348’a rojî li bajarê Bokanê ji dayîk bûye û meha Rezbera sala 1391’a rojî, seba zext û givaşên rejîma Îslamiya Îranê bi neçarî li Îranê de derkevt.