Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanên medenî li navxweyê welat: “Zevî û xaniyên xwe nefiroşine bîhaniyan”

12:15 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2021

Çalakvanên medenî yên Kurd li navxweyê Rojhilatê Kurdistanê li dijî firotina zevî û xaniyan bi kesên bîhanî re kempeynek lidar xistine û ji xelkê parêzgeha Urmiyê û Sineyê daxwaz kirine ku zeviyên xwe nefiroşine bîhaniyan.

Çalakvanên medenî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê kempeynek lidar xistine û dane zanîn: “Çima xelkê Kurd ji bo pareyeke zêde axa xwe difiroşin? Çima xelkê me bi tema`hkirin bi çend milyonên zêde axa xwe difiroşine Tirkan?”

Herwisa wan çalakvanên medenî dane zanîn: “Çima di bajarên Kurdnişîn de xelkê Kurd dibine bi qiraxnişîn, û xeyre Kurd li baştirîn cihên bajarên Kurdan de akincî dibin, û paşê jî wan dukan, xanî û zeviyan nafiroşine Kurdan!”

Ev dibêjin piraniya zevî û xaniyên xelkê Merîwan, Bokan û Mihabad û gelek zeviyên Sineyê ji aliyê Tirkan ve têne kirîn û li wan cihan dukanan ava dikin û piştre jî heşîmeta wan di wan deveran de zêde dibe.”

Ev di berdewamiyê de dibêjin: “Di bajarên Qurwe û Bîcardê de heşîmeta Tirkan ber bi zêdebûnê ve diçe, çimkî Kurd zeviyên xwe difiroşine wan.”

Dukanên bajarê Baneyê ji aliyê Tirkan ve têne kirîn û kelûpelên Tirkî ji aliyê kolberan ve ku têne anîn û di wan dukanan de têne firotin.

Ev ji xelkê Kurdistanê daxwazê dikin ku zevî, dukan û xaniyên xwe nefiroşine xelkê biyanî û nemaze Tirkan û bila bifiroşine Kurdan. Û Ev di kempeyna xwe de dibêjin “Na bo firotina zevî û xanî…hwd bi xeyre Kurdan re”.

Bi vî awayî bi firotina zevî û dukanan demografiya bajarên Kurdistanê tê guherîn.