Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanên Saziya Lêbûrîn a Navnetewî wêneyên 304 leşê mirovan di hembr balyozxana Îranê resimkirin

11:29 - 19 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Komek li çalakvanên Saziya Lêbûrîn a Navnetewî li welatê Biljîkê, bi awayekî nerazî, 304 terhên leşê mirovan di hember balyozxaneya rejîma îranê di Biroksêlê de resimkirin.

Wan çalakvanê Saziya Lêbûrîn a Navnetewî roja Çarşemî 27`ê Sermawezê bi nîşandana nerizayetiyên xwe, li hember can ji destdana xelkê nerzaî yên xwenîşandana wê dawiyê di Îranê de, 304 terhên leşê mirovan li ser erdê li ber deriyê balyozxaneya rejîma Îranê di Biroksêla paytexta Biljîkê de resim kirin.

Ev karê çalakvanê Saziya Lêbûrîn a Navnetewî di demekê de bû ku, Saziya Lêbûrîn a Navnetewî di dawî rapora xwe de daye zanîn ku, di xwenîşanadana wê dawiyê di Îranê de 304 kes xelkê nerazî ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Wan çalakvanên Saziya Lêbûrîn a Navnetewî, bi wî awayekî sembûlîk û hevderdîkirin digel xelkê Îranê ev wênane kêşandin.

Ji aliyek di ve jî, ofîsa wî Saziyê di Biljîkê de bi weşanekê vexwandina xelk û çalakvanên mafê mirov di seraserê cîhanê de kiribû ku, bi wajokirina wan vexwandinan, wî Saziyê ji bo parastina mafê girtiyên nerazî ku li xwenîşandana wê dawiyê di Îranê de hatibûne desteserkirin, li hember îşkence û reftarên nemirovahî ku li dijî wan tê kirin piştevanî bike.