Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanên siyasî û medeniyên Rojhilatê Kurdistanê: ”Rêya çereserkirina pirsa Kurd diyalog e”

16:52 - 25 Îlon 2021

Hejmarek ji çalakvanên siyasî û medeniyên Rojhilatê Kurdistanê tevî ragihandina hevxemiya xwe digel xelkên xisarpêketê ên bi sedema êrîşên rejîma Îranê, ragihandine ku rêya çareserkirinma pirsa Kurd diyalog e.

Deqa peyamê wiha ye:

Peyamek bo Komara Îslamiya Îranê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêkxiravên cîhanî li derheq bombebarana deverên sînorî

Di hefytên derbasbûyî de Komara Îslamiya Îranê bi çavlêkerî ji hikûmeta Tirkiyê û bi hêceta amadebûna Hêza Pêşmerge, xelkê deverên sînorî û gund, zewî û ajelên wan bobmebaran kirine ku ew yeka bûye sedema xirasarpêketin bi xelkê deverê û ji navçûna jîngehê û encamên xirab lêkevtine.

Em wekî komek ji çalakvanên siyasî û medenî ên Rojhilatê Kurdistanê, tevî ragihandina hevxemiya xwe bo azar û xisarên ku bi xelkê wan deveran kevtiye, em wa hizir dikin ku ew şêwaza siyasetê bilî vê yekê ku ti alîkariyekê bo çareseriya bingehîn a pirsa Kurd nake, belkî hêvî û derfetên bo çareserkirin a bi diyalogê û peydakirina rêyeke aşitîxwazane, ji nav dibe lewma daxwaz ji Komara Îslamiya Îranê dikin ku dest ji wan şêwazên ku heta niha cerbandine û encamên wan pîşde rohn bûne, berdin.

Piştre daxwaza me ji rêkxiravên cîhanî ên hogirên mirovatiyê eva ye ku daxwaz ji dewletên deverî bikin ku rêçareyekî aşitîxwazane digel gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê peyda bikin û herwisa çavrêtiya me ji Hikûmeta Herêma lurdistanê ev e ku, bi ti awayekî neçe bin bandor û givaşan heta ji vê zêdetir seha netewî birîndar nebe û nebe sedema parçe parçebûn û ji hevdûrkevtin a gelê Kurdistanê.