Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Can ji destdana xwendevanekî Kurd li Tehranê bû sedema narizayetiya xwandekarên wê zanîngehê

16:23 - 23 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Xemsariya berpisên zanîngeha Tehranê ji rakêşana perjînê bi dewra yek ji xewgehên vê zanîngeh û girêdana elektrîkê bi vê perjînê we, bû sedema can ji dest dana xwendkarekî kurd.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, xwendevanekî Kurd ê karzanê bilind li rişteya zanistiya ajelnasî yê kolêja “Perdîsa cotyarî û çavkaniya xiruskan”a zanîngeha Tehranê bi navê “Kûroş Sûfiye” xelkê bajarê Sine, roja Çarşamî 20’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, li cihê razana xwe (xewgehên kuran) tûşî karabagirtinê bû û di encam de canê xwe ji dest da.

7342.jpg

Li gor wê raporê berpirsê xewgehên di hinek cihan de elektrîk weke perjîn mefah wergirtine û di roja bûyerê de seba ter û tûşî û terbûna sîm û kabilan, ew bûyere hetiye gorê.
Seba tarîkiya hewa û barîna baranê elektrîk li cirê 3 faz bo heyamê demijmêrekê berdewam bûye.
Seba bûyera han û xemsariya berpirsên zanîngeha Tehranê rojek piştre wate roja Pênçşemî berwara 21’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, meşa narizayetî li hemberî kolêja Perdîsa cotyarî û çavkaniya xiruskan”a zanîngeha Tehranê, ji aliyê xwendekaran ve hat lidarxistin.