
Kurdistanmedia: Berpirsên rejîma Îranê, li ser biryara dijminayetîkirina digel civaka cîhanî pêdagir in, û siyasetên cuda digrine pêş xwe.
Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê,berpirsên rejîma Îranê di zanîngeha “Peyama Nûr” ya di hemû bajarên Kurdistana Rojhilat de belge belav kirine, û di van belgeyan de wêneyên “Donald Trump”, “Netanyahu” û“Nikki Haley” belav kirine û ew weke dijminên mirovahiyê dane naskirin.
Berpirsên rejîma Îranê, herwisa ji xwendekaran daxwaz kirine, da ku di rapirsiyekê de beşdar bin, û di navbera “Donald Trump”, “Netanyahu” û “Nikki Haley” de dijminê mirovahiyê destnîşan bikin.
Herwisa berpirsên rejîma Îranê, di zanîngeha bajarê Sine de jimare telefon û nav û nîşan ji xwendekaran wergirtine û piştre jî ji van daxwaza alîkariyî kirine.
Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, ragehandiye ku, berpirsên rejîma Îranê di hemû zanîngehên “Peyama Nûr” yên di bajarên Kurdistana Rojhilat de ev yeka encam dane.
Berpirsên rejîma Îranê, li serveyî hemûyan “Xamineyî” berdewam bas ji jinavbirina Rojava û bitaybet Amerîkayê dike, û van wekî şeytanê mezin bi nav dikin.
“Xamineyî” rêberê rejîma Îranê, di dawîn civîna xwe ya digel xwendekaran de, li ser dijminayetîkirina digel Amerîkayê pêdagîrî kir.