Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çapa pere bê piştivane, dana wamên zêde û bê garantî, sedema enfilasiyona zêde li Îranê ye

12:57 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2022

Pêka amarên rejîma Îranê, bankan pereyek zêde ji banka Navendî deyn kirine û ew pere bê ti garantiyek di wamên 100 heta 500 milyard Tumenî de ji hin kesan re dane ku di heyama 42 salan de wê pereyî bo bankan bizivirînin.

Nebûna hevsengî di navbera dahat û dana wam li bankên rejîmê de, bûye sedem ku zêdetir ji banka Navendî pere deyn bikin û bi sedema nebûna pere li banka Navendî bûye sedem ku banka Navendî ya rejîma Îranê bi bê hebûna pîştivane, pere çap bike ku rasterast dibe sedema zêdebûna asta nexdînigî ku enfilasiyonê li pey xwe tîne.

Pêka amarên belavbûyî, enfilasiyona giştî îsal ji sedî 53, û enfilasiyona berhemên xwarinê jî ji sedî 82, kirêya avahiyan ji sedî 43 û enfilasiyona alav, vexwarin û titûnê ji sedî 37 bûye.

Pêka amarên belavbûyî, di dawiya meha Banemera îsal de, qasa nexdîngî gihîştiye 4 hezar û 943 trîliyon Tumenî ku bi dana berhev digel destpêka sala îsal, zêdetir ji 111 trîliyon Tumenî ye û nexdînigî di dehka derbasbûyî de 10 qatan zêdetir bûye.

Di rewşek wiha de û destêverdanên nezanistiyên rejîmê li karûbarên bankî de Îranê ber bi îflasek yekcarî ya aboriyê ve dibe.