Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çar hevwelatiyên Kurd yê Riwanserê hikma pitir ji 6 salan girtin bi ser wan hat sepandin

16:15 - 28 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: 4 hevwelatiyên bajarê Riwanserê ji aliyê dadigeha rejîma Îslamiya Îranê a wî bajarî, bi giştî 6 sal û şeş mehan girtina te’zîrî bi ser wan hat sepandin.

Li gor nûçeya gehiştî ji aliyê kempêyîna berewanî ji girtiyên siyasî û sivîl bi malpera Kurdsiatnmedia, Hadî Axayî temen 28 sal û kurê Esedulla, Adil Murdî kurê Ehmed û Fuad Enguştan û Bextiyar Nezerî temen 32 sal bi sûça alîkarî li gel partiyên Kurdî opozsyona rejîma Îslamiya Îranê hatine mehkum kirin.

Her di vê pêywendiyê de Bextiyar Nezerî bi 18 mehan girtina te’zîrî mehkum bûye û ew her sê kesên din her yek ji wan bi 22 mehan girtin bi ser wan hetiye sepandin.

Hukma her 4 hevwelatiyan li dozgeriya pêdeçûna rejîmê li Kirmanşanê teqez hatiye kirin.

7051.jpg
4 hevwelatiyên Kurd berwar 11’ê Ciriya Paşîn a 2012’an ji aliyê hêzên Îtilata rejîma Îranê li bajarê Riwanserê, hatin girtin û piştî 20 rojan girtin her yek bi danana barimteya 50 milyîon tûmen hatin azad kirin.