Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çarenivîsa 3 çalakvaên kurdên girtî ên bajarên Pîranşehr û Nexedê narûne

16:13 - 4 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Sê ciwanên bajarê Pîranşehir û Nexedê heyamê 10 roajn berî niha ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma Îranê ve hatine girtin û di wî demedê de heya niha çarenivîsa wan nediyare.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanemdia, Mewlûd Berşan kurê Ebdullah û xelkê gundê Nemcî a Pîranşehrê, Hejar Elîzad kurê Hasil û xelkê bajarê Pîranşehrê û Seîd Pûrhunerî, xelkê bajarê Nexedê, ew 3 ciwanên ku 10 roj berî niha hatine destbiser kirin.
Hevwelatiyên han bi sedemekî nediyar ji aliyê hêzên ewlehiyan ve hatine girtin û li cihê ragirtina wan zanyeriyek ji ber dest nine.
Ew du ciwanên xelkê Pîranşehrê ne, bira û birazayê şehîd Rehîm Berşan û mihemed Direxşanî şehîdê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ne.

Li gor amara hatî tomar kirin li nawenda amara malpra Kurdistanmedia, li destpêka meha Pûşpera sala 1392’a rojî heya niha 35 hevwelatiyên Kurd li deverên cur ba cur ên Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê ve hatine girtin.