Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çarenivîsa çalakvanekî sivîl ê destbiser kirî narûne

16:08 - 4 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Heyamê heftiyek berî niha çalakvanekî sivîl ê Kurd li bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê ve hat girtin û çarenivîsa vî narûn e.
Li gor nûçeya rêxistina mafê mirov a Kurdistanê, “Madêh Muradî” xelkê gundê “Serhuye”a ser bi parêzgeha Kurdistanê heyamê heftiyek berî niha ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma Îranê ve hat girtin.
Heya bilavbûna vê nûçeyê, sebeba girtina çalakvanê han nediyare.
Malbata çalakvanê sivîl li destbiser kirina kurê xwe nigeran in û hêzên ewlehiyên rejîm sebeb û cihê girtina wî eşkere nekirine.
Li destpêka meha Pûşpera 1392’a rojî heya niha, 31 kes li hevwelatiyên Kurd bi sûçên cur ba cur weke endemê partiyên opozosiyona Kurdî, çalakvanên sivîl û “Ewlehî” ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Hejmarek li wan girtiyane bi danîna wesîqe hatine berdan û hejmarek ji wan jî hêşta li girtuxane û girtîgehên Îtilata rejîmê de ne.