Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çareseriya pirsa Kurd yan çareseriya pirsa PKK’ê

13:16 - 29 Nîsan 2013

Piştî çendîn hevdîtinan di navbera rêzdar Ebdulla Ocelan û serokê Mîtê, hate ragehandin ku di newroza îsal de vê mizgîniyek pir xweş bidin xelkê Kurdistanê bi giştî û xelkê Turkiyê û Kurdên di vî welatî de bitaybetî, Eva bû ku di 21’ê Adara 2013’an û di newroza Kurdan de ew mizgînî hat ragehandin. Nameya vekirî ya rêzdar Ocelan hat xwendin û ji aliyê nêzîk bi du milyon kes ji xelkê kurdistanê ku li mîtînga Amedê li hev civiyabûn hate pêşwazîkirin û ev yek bi awayek rasterast li medyayên Kurdî û Turkî û cîhanî de hate belavkirin. Em dikarin bêjin ku newroza Amedê ji aliyê bi dehan milyon kes ji xelkê cîhanê ve ji rêya ragehandinê giştî ve hate dîtin û guhdariya nameya ocelan hate kirin.

Xelkê Bakûrê Kurdistanê ku ji şer û malvêraniyê êşeke zaf dîtin, bi vê peyamê pir keyfxweş bûn, herwusa ya ku hêjayî basê ye ev e ku ji aliyê rêbertiya PKK’ê li Qenîlê agirbest hate ragehandin û bersiva erênî dane pêşniyara rêberê xwe. Heta vira hem PKK û hem jî BDP bi raya min biryara wan di cihê xwe de bû, bona vê ku gotin em aştiyê dixwazin û em daxwazkarê çareseriya pirsa Kurd ji rêka diyalogl ve ne. Ya herî girîng ew bû ku wan rêberê xwe bi tenê nehêlan û ragehandin rêberê wan çi bixwaze ew dê cîbicî bikin.
Li vir de ez dixwazim bîr û hizra xwe li ser pêvajoya binav çareseriyê bixim ber bas û qezawetkirina di vê derheqê de ji bo xwendewanên vê gotarê bi cî bihêlim.

Bi hizra min ya ku hat kirin heya niha bi awayek yekalî ji aliyê PKK’ê ve bûye û li hember de dewletê tu pêngavek hilnegirtiye. Peyva terorîst ji bo wan her bikar tînin, dibêjin emê dawiyê bi şerê terorê bînin lê basa pirsa Kurd bi tu awayî nakin. Heta ew yasayên ku di wan rojan de li parlemêntoya Turkiyê de hatin pejirandin ku peywendî bi girtiyan ve heye, bi tu awayî girtiyên doza KCK’ê bi xwe ve nagire û dibêjin ew alîgirên girûpek çekdar in û nahên azad kirin.
Yan pirsek din ev e ku hêzên çekdar ên PKK’ê li Bakûr dê vekêşin û piştre wê çekan danên û yên ku dest di kuştinê de tunebûne dikarin vegerne welat û piştî dadgehîkirinê serbest bên berdan û yên di şeran de dest di kuştinê de hebûne, hekî vegerin welat, wê bên girtin û dadgehîkirin.

Pirsa herî girîng ev e ku gelo pirsa Kurd di vê pêvajoya çareseriyê de li kuderê ye? Gelo ev hemû xwînên ku hatin rêjandin bona çi û li ser hisaba kê dibe? Gelo persiva malbatên wan hemû goriyên kurd wê kî/kê bide?
Diyare ku di vê çareseriyê de bersiva malbatên kuştiyên dewletê hatiye dan, ev jî ev e ku me şer bi dawî anî û welat ji dabeşbûnê rizgar kir û êdî em ji niha pêve tu kuştiyan nadin. Lê mixabin malbatên şehîdên kurdan Tu bersivek wernegirtine. Di vê pêvajoya çareseriyê de Kurdan tu deskevtek bidest nexistine. Divêt bîr ji vê bê kirin ku pirsa Kurd dixwazin çaraser be, yan ne?
Li vir de dixwazim vê yekê bêjim ku hem Kurd û hem dewlet û hem jî PKK dibe baş bizanin ku hekî pirsa Kurd çareser nebe, aştî di welat de cihgir nabe.

Di rastî de ev yek derfetek başe ku hatiyê pêş û çavdêrên siyasî û rewşenbîrên Turk û Kurd dibe bêdeng nebin û vê pirsê ji xelkê Turkiyê re şirove bikin. Divê Kurd weke neteweyek cuda ji netewa Turk bi fermî bê naskirin û li ser çareseriya pirsa Kurd diyalog bê kirin û bigîjn çareseriyek mentiqî û dirust, nabe tu aliyek di vê pêvajoyê de xwe bi dorandî bizane, divêt tev alî xwe bi serkevtî bizane, di vî warî de barek giran li ser milê Turk û desthelatdarên Turk e. Hekî ev bixwazin ku dengê wan di herêmê de hebe û bandora wan jî li ser pirsên herî girîng di herêm û cîhanê de hebe, divêt pirsa Kurd wek heye bibînin û rûpelek nû hildin.

Divêt PKK jî tev aliyê Kurd bibîne û dengên rengarengiya civa Kurd li dewra xwe bi hemû bîr û hizran ve kom bike û yek dengî pêk bîne, hekî wusa nebe, dîroka pir ji xwîn a Kurdan ji wan xweş nabe.