Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çareseriya pirsa kurd yan çareseriya PKK

21:35 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2013

Me di berî de basa vê kiribû ku dibe çareseriya pirsa kurd be ne çareseriya Pkk, ji ber ku pirsa PKK girêdayî bi pirsa kurde. Hef û mixabin aliyên Turk di hizr û bîrên xwe de tenê pirsa PKK dibînin û di hewl û têkoşîna de ne ku PKK ji holê rakin û ji nav bibin û yan jî razî bi vê bikin ku hêzên xwe ji kurdistana bakûr vekişîne û tenê soz dane. Dîtina wan eva bû ku pirsa kurd dê çareser be, lê wusa nebû, gelê kurd di dirêjahiya dîroka xwe de selmandiye ku pirsa kurd pirsek neteweyî ye û dibe bê çareserkirin.

Eva ku dijber û neyarên kurd çava dinêrne vê pirsê keyfa wan e, ew naxwazin kurd û netewa kurd hebe û di navbera çar dewletan de hatîne parvekirin û mafê wê nînin bêjin em kurdin û xwediyê ax û welat û ziman û çand û kelepûrên taybetî a xwe ne, eva di nav wan de bive ye û nebe bê gotin, nebe?
Di despêka sala 2013’an de livlivînek di nav bizava kurd li bakûrê kurdistanê dest pêkir û hat ragehandin ku pirsa kurd dê ji rêya siyasî û diyalogê ve dest pê bike, û navê wê jî danîn çareseriya aşitiyane ya pirsa kurd, û pênaseyên faz jêre hatin kirin, lê me dît ku hiviyek zaf çê bû ku eva pirsa kurd tê çareser kirin û li pey endazeyar û şarezayên vê çareseriyê digeriyan û didan nasandin. Wan ew Pirs weha lê kirin ku her kes gazinde yan bîr û hizrek gotiba, îmkana vê hebû ku mohra îxanetê lê bidin, heya roja newrozê ku nameyeke rêzdar Ebdola Ocelan rêberê zîndanî kirî yê PKK hat bilav kirin û heyf û mixabin di vê namê de tu basek ji kurd û kurdistanê nebû û pirsa kurd wek pirsa neteweyek cuda ji gelê Turk nexistin ber bas.

Me her di vê demê de bîr û hizrên xwe bi eşkere ragehandin û me got em alîgirê çareseriya pirsa kurd li her beşekê ji rêya aşitî û diyalogê ne, lê mixabin evên tê gotin û bihîstin em xistine nava fikr û hizrên cuda ku di vê çareseriyê de pirsa kurd bê çareser kirin, belkû dixwazin PKK çareser bikin, me got evane bi mifaha gelê Turk û dewleta Turk e û tu mifahek bo gelê kurd nine û PKK jî dibe xwe amade bike bo hin guhertinên dewerê û belkî bi mifaha kurd jî nebe, lê dibe hin kar hen bike, dibe nav mala kurd hevgirtî bike. Mixabin me dît ku wusa nebû. Aliyê PKK û derdora wê jî tenê hevgirtinê di xwe de dibînin û dibe derdora wan jî hizr û bîrên wan qebûl bikin, û tu aliyekê qebûl nakin. Mixabin me konferansa aşitiyê li Diyarbekir dît û çendîn aliyên vê konferansê her eşkere nebûn, derdora PKK eva ku li çepa Turk qebû dikin her hin kêm û zêde bo rêkxistinên kurd qebûl bike, dê nav mala kurd hevgirtî be.

Di bûyera parka Gezî di despêkê de derdora PKK baş helwest girtin, lê mixabin di dawiyê de ketne dawiya çepên tundrewên Turk û li ser vê parkê zaf tund çûne pêş û di vê demê de ev helwest bi ziyana bizava kurd bû, ji ber ku hikumetê digot ev xwenîşandan ji bo vê hindê hatîne çêkirin ku pirsa çareseriyê sernegire, herçend ji aliyê serokê KCD rêzdar Ehmed Turk ve bersiva Sirî Sûreyaonder hat dan û got armanca me tevî armancên wan yek nînin ku dixwazin bi behaneya parka Gezî hikumetê hiloşînin, ne em vê hindê naxwazîn, lê ev daxwazane her çi qas direng bû, lê helwestek bi cih bû.
Şere ragehandinek din di navbera aliyên kurd yanî derdora PKK û aliyên hikumetî heye û hevdu tawanbar dikin ku ji helwestên xwe peşîman bûne, lê dibe aliyê kurd behana nede derdora dewletê, ji ber ku hin alî naxwazin navê kurd jî hebe û nabe ev hêviyên ku dane gelê kurd herwusa ji nav bibin.
Em bi hûrî vê pirsa aştiyê dişopînin û li bendê ne ka ew pirs wê bigîje kîderê.