Îdareya îtila`ata rejîma Îranê di bajarê “Miyandaw ê de, bi rêya caşan, tirsê dixe nav xelkê gundên devera “Çemê Mecîdxan û Şarwêran”ê.
Karbidestên îtila`ata rejîma Îranê, pitir givaşê dêxne ser werzîgarên wan deveran û gotine wan ku dibe cihê mana pêşmergeyan bêjin wan.
Di heyamê wan çend rojên derbasbûyî de, caş û kirêgirtî şevê, di naw bax û zeviyian de, li pey cihê mana pêşmergeyan digerin.
Bi kirêgirtiyên rejîm bi wê hêcetê, berhemên werzîgaran têk didin û rez û baxçeyên xelkê xirab dikin.
Zêdebarî wê kiryara caş û bi kirêgirtiyên rejîmê, ew gefan ji xelkê dikin û dixwazin bi wê yekê tirsê bêxne nawa dilê xelkê.