Rêkxirava Mafê Mirovî di daxuyaniyekê de tevî nîşandana nigeraniya xwe li derheq zêdebûna tepeserkirina nerizayetiyên medenî yên mamostayan li Îranê de, daxwaz ji berpirsên rejîma Îranê kiriye mamostayên ku bi sedema nîşandana nerizayetiyê binçav kirine, bê merc û bi lezgînî ji girtîgehan serbest bikin.
Di daxuyaniya Çaverêrê Mafê Mirov de ku li roja Pêncşemî 5ê Gulanê hatibû belavkirinê hatiye, di 2 heftiyên derbasbûyî de aliyê kêm 38 mamosta li Îranê hatine binçavkirin.
piştî banghêjiya Şêwraya Hevahengiya Encumena Çandiya Mamostayan li 1ê Gulanê bo xwenîşandana seranserî ya mamostayan, binçavkirina wan mamostayan dest pêkiribû.
Sendîkaya Mamostayan li 2 salên derbasbûyî de, bi berdewamî li derheq nedadperwerî û rewşa xiraba jiyanê, kombûnên nerizayetî lidar xistine û ew di halekê de ye ku berpirsên rejîma Îranê di cihê bersivdan bi daxwazên mamostayan wan banghêjî navendên ewlehî kirine, lêpirsîn ji wan kiriye û ew binçav kirine.
tevî tepeserkirina mamostayan ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê ve, qat û taxên cuda yên civakê xwenîşandanên nerizayetiyên xwe domandine û li ser daxwazên xwe micid in.