Serokê Navenda Mafê Mirovî yê rejîma Îranê û cêhgirê beşa navnetewî yê Dezgeha Dad a rejîma Îranê “Kazim Xerîb Abadî” gotiye: “Dewleta Swêdê bi lêkolînkirina ji Hemîd Nûrî, lêkolînê ji Komara Îslamî dike”.
Herwisa“Kazim Xerîb Abadî” diyar kiriye ku: “ Ev Çendin sal in dewleta Swêd dîtingehek dujminatiyê li derheq mijara ewlehiya navxweyî a Îranê heye”.
Her di vê peywendiyê de, cêhgirê Dezgeha Dadweriyê yê rejîma Îranê, dewleta Birîtaniyayê weke piştevanê Swêdê dide zanîn.
“Hemîd Nûrî” yek ji wan tawanbaran e ku, di demsala Havîna sala 1367`an a Rojî de, hezaran binçavkiriyên siyasî îdam kirin û li 18`ê Xezelwera sala 1389`an a rojî, ji aliyê polîsê Swêdê li balafirxaneya “Arlanda”ya bajarê “Stockholm”ê de hate binçavkirin.
Serdozgerê Swêdê di dawiya 88emîn civîna dadgehîkirina “Hemîd Nûrî” de, daxwaz kiribû ku cezayê girtîgeha heta hetayî bo wî tawanbarî diyar bikin.