Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Celeseya dadigahîkirina birayên Kurdpûr li bajarê Mihabadê birêve diçe

22:04 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Mes’ud û Xusro Kurdpûr du rojnamevanên Kurd ên hatinî girtin piştî berbas bûna 4 mehan li narûniya doseya wan, li meha Tîrmehê hatin dadgahîkirin.

Mes’ud û Xusro Kurdpûr rojnamevan û çalakvanên mafê mirov berwara 2’ê Gulan a 2013’an, li dozgeriya “Înqilab”a bajarê Mihabadê celesa dadigahîkirina wan birêve diçe.
Her divê pêwendiyê de malpera rêxistina mafê mirov a Kurdistanê bilavkir, birayên Kurdpûr bi sûca piropagende bi dijî “Nîzam” ê hatine girtin.
Mes’ud û Xusro Kurdpûr berwar 8 û 9’ê Adara 2013’an ji aliyê hêzên Îtilata rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Mihabedê hatin girtin û paşî derbas bûna pitir li sê heftî li ragirtina wan li girtîgeha îdareya Îtlata bajarê Mihabadê, bo îdareya Îtlata bajarê Urmiyê hatin veguhastin.
Her divê pêwendiyê de roja çarşemî berwar 26’ê Hezîran a 2013’an, birayên Kurdpûr piştî derbas bûna nîzîk 111 rojan girtin, bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatin veguhastin.