Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Celeseya dadigahîkirina birayên Kurdpûr paş xistin

15:45 - 4 Tebax 2013

Kurdistanmmedia: Celeseya dadigahîkirina Mesud û Xusro Kurdpûr du rojnamevanên Kurd ên hatinî girtin li roja diyarîkirî xwe de birêve neçû.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, qirar bû roja şemî berwara 3’ê Tebaxa 2013’an, celeseya dadigahîkirina birayên Kurdpûr li dozgeriya “Înqilab”a bajarê Mihabadê bi beşdariya perêzerên wan birêve biçe.
Ew dadigahîkirina li vê rojê de birçve neçû û divê pêwendiyê de rojnamevan Kemal Husênî ragihand: Biryare dadigahîkirina wan roja duşemî 5’ê Tebaxa 2013’an, birêve biçe û sebeba paş xistê digere bo amade nebûna yek ji parêzerên birayên Kurdpûr li dozgerê de.
Qirar bû Mesud û xusro Kurdpûr du rojnamevanên Kurd ên destbiser kirî piştî derbas bûna 4 meh li narûnbûna doseya wan, li 3’ê Tebaxê bihên dadigahî kirin.
Mes’ud û Xusro Kurdpûr berwar 8 û 9’ê Adara 2013’an ji aliyê hêzên Îtilata rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Mihabedê hatin girtin û paşî derbas bûna pitir li sê heftî li ragirtina wan li girtîgeha îdareya Îtlata bajarê Mihabadê, bo îdareya Îtlata bajarê Urmiyê hatin veguhastin.
Her divê pêwendiyê de roja çarşemî berwar 26’ê Hezîran a 2013’an, birayên Kurdpûr piştî derbas bûna nîzîk 111 rojan girtin, bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatin veguhastin.