Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend çekdarek li çiyayên herêma Pawê bi awayekî serbest digerin

14:54 - 2 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Hejmarek çekdarê nasnekirî, bi kincên Kurdî ve di devara Pawe de bi awayekî azad digerin û rejîma Îranê jî tû karek bi wan re nine


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, di çend rojên derbas bûyî de çend çekdarên ser bi rêxistina Îslamiyên tundrew hatine dîtin ku li çiyayê “Hêrta”a gundê “Belebezan”a ser bi bajarê Pawe, bi awayekî serbestane hat û çûn dikin.
Bi gotina şahîdan, ew çekdarên îslamî, kincên Kurdî û reş li ber wan de bûye û sîmaya wan bi Îslamiyên radîkal çûye û ku bi awayekî azad û bê rêgirî dikarin bi çek ve di vê deverê de bigerin.
Gundê Belbezan piştî şerê 8 salî a navbera Îran û Îraqê nehatiye avedankirin û her tim weke deverekî ewlehî çav lê kirin e û li varî jeopolîtîk ve dikeve deverekî çiyayî navbera sînorê Helebce û bajarê Pawe.
Hemwelatiyekî vî deverî li ser vê bawerê ye,rejîma Îslamiya Îranê îzn bi wan Îslamaiyne dawe heta bi awayekî çekdarane di vê deverê de bigerin û bi bê rêgirtin dirêje bi çalakiyên xwe bidin.