Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend endamên Sipaha Pastarên rejîma Îranê li Yemenê de hatin êxsîr kirin

13:41 - 4 Gulan 2015

Kurdistan Media: Berpirsiyarekî payebilind yê Yemenê ragihand ku çendîn endamên ser bi sipaha Pastarên rejîma Îslamiya Îranê li Yemenê de ji aliyê hêzên wî welatî ve hatine êxsîr kirin.

Li gor rapora Kurdistan Media. Nayif Elbekrî, serokê Şêvra Berxwedana Xelkê Yemenê ku li dijî Hosî û alîgirên Elî Ebdula Salih, Serkomarê ji kar avêtî ên Yemenê şer dikin, ragihand ku hejmarek ji endamên Sipaha Pastarên rejîma Îranê ji aliyê hêzên wî welatî ve hatine destbiser kirin.

Ew berpirsiyarê Yemenî di got û bêja bi rojnameya Elwetenî de da zanîn ku: Êxsîr kirina van endamên Sipaha Pastaran eyankerê wê ye ku rejîma Îranê maytêkirinê di kar û bar û şerê Yemenê de dike û li dijî dewleta yasayî a wî welatî şer dike.

Li vê derheqê de li bervara 12\'ê Banemera 1394\'an (2\'ê Gulana 2015\'an), Emîr Ebdulahiyan, Cihgirê Wezîrê Derwe yê dewleta Rohanî ragihand: Em ewlehiya Yemenê weke ewlehiya deverê û bi taybetî ya Îranê dizanin.

Serkomarê Yemenê, Mensûr Elhadî jî di got û bêjekê bi rojnameya Elheyat re daye zanîn ku desttêwerdan û piştewaniya rejîma Îranê, berdewam ji riya alîkariyên tevalî ji cudaxwazên Herak û gurûpên mesebî ên Bakûra Yemenê dom dike.

Hosî, nave gurûpek mezin a şîeyên Yemenê ye ku li her warî de ji aiyê rejîma Îranê ve tê saport kirin û heya niha hejmarek zêde ji berpirsiyarên payebilind ên siyasî û leşkirî ên Amerîka û Rojava jî lid or desttêwerdanên Îranê li kar û barên Yemenê de nerazîbûnb û nîgeraniya xwe nîşan dane.

Herweha rejîma Îslamiya Îranê heya niha çendîn caran ji aliyê civaka navnetewî ve bi maytêkirin I welatên cîran û derdorê hatiye tawanbar kirin û daxwaz jê hatiye kirin ku dawî bi desttêwerdanan bîne. Eve jî li halekê de ye ku piraniya çavdêrên siyasî li vê bawerê d ku rejîma Îranê sebebkarê eslî yê nearamî û kirîzên li deverê de ye.