Moreyên rejîma Îranê di bin navê PDKÎ de, li gund û bajarên Kurdistanê de gefan bi xelkê dixwen ku bûye sedema nigeraniya xelkê.
Di heyama wan çend rojên derbasbûyî de li gundê “Tengîser” a girêdayê bajarê “Jawero” a Bajarê Sineyê, çend kesên çekdar xwe bi navê PDKÎ bi xelkê re dane nasandinê û gef bi xelkê wî gundî xwarine.
Kesên ku xwe bi navê PDKÎ bi xelkê re didine nasandinê, di şevan de diçine ber deriyê xelkê û azar û zehmetiya wan dikin.
Demûdezgehên rejîmê di Kurdistanê de, ji hogiriya xelkê bi PDKÎ re, mifahê xirab jê verdigrin û moreyên xwe bona talankirina wî xelkî dişînin.
Bo agehdariya hizra giştî, em radigehînin ku wan kesan “ti pêwendiyek digel PDKÎyê ve nîne” û bi tenê armanca wan kesan” xirabkirina navê PDKΔ û “bêhêzkirina pêgeha PDKÎ di nav xelkê” de ye.